Jinên Êzidî li dijî tundiyê meşiyan

Bi wesileya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê ya navnetewî jinên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşiyan.

Şengal – Jinên Êzidî di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de ji bo 25’ê Mijdarê roja li dijî tundî û tijiyê meşek li darxistin.

Meş bi tevlîbûna jinan, endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê û hemû sazî û dezgehên wê pêk hat. Meş ji gel şaredariya Sinûnê heya çerxeriya Mam Zekî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Tundiya li ser jin qirkirina civakê ye’ berdewam kir.

Piştre daxuyaniya ku hem Kurdî hem jî Erebî hatibû nivîsandin, hat xwendin. Daxuyaniya Kurdî ji hêla berdevka TAJÊ Riham Hico ve hat xwendin.

‘Bêmafiya li ser jinê kêm nebûye her roj zêdetir dibe’

Di daxuyaniyê de de Riham Hico tundiya li ser jinan şermazar kir û diyar kir ku tundiya ku bi aqlê mer-dewletê li ser jinan pêk tîn di roja îro de kêm nebûye berovajî zêde bûye û wiha got: “Bi mîrateya ku her sê xwişkên Mîrabel di vê rojê de hiştine her wiha li beranber zordarî, zilm, desthilatdarî, newekhevî û bêmafiya  li ser jin sekinandina wan roja tekoşîn û deng bilindkirinê ye. Ji ber vê jî wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî wek helwesta me ya di vê rojê de û tekoşîna me ya li hemberî bêmafiyê em îro li vir kom bûne. Di vê rojê de asta tekoşîna jinan û asta berxwedaniya jinan gihîştiye asta herî bilind. Lê îro hê jî tundiya li ser jin, kiryarên aqlê dewletê di heman demê de bêmafiyê ku hişmendiya zilam li hemberî jinê dike kêm nebû ye berevajî zêde bûye. Roj nîne ku jin nayên qetilkirin, roj nîne ku li ser jin kiryarên tundiyê, zewaca temenê biçûk tên pêkanîn. Tundiya ku îro li cîhanê heyî di nav de jî li ser jinê tê pêkanîn zêde bûye. Lê li hemberî vê jî têkoşîn û berxwedaniya jin jî zêde bûye êdî jin rabûne ser xwe.”

‘Rêber Apo hemû jinên cîhanê bi felsefa Jin Jiyan Azadî anî gel hev’

Riham Hico destnîşan kir ku îro roj li Şengalê jin bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin û perwerde dikin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku êrîşên pergalê yê pir giran li ser civaka me bi taybet jî jinên Êzidî tê meşandin. Encex bersivdayîna van êrîşan jî lazim e bi fikir û ramanên pir bihêz bên sekinandin ew fikir û raman jî yê Rêber Apo ne. Rêber Apo îro hemû jinên cîhanê bi felsefa Jin, Jiyan, Azadî gihandiye hevdû û tekoşînek hevpar ya jinan di bin vê fikir û ramanê Rêber Apo de ava bûye. Îro jin tenê li Rojhilatê Kurdistanê, li Efganîstanê naqîrin. Dema ku dengê jinek li cîhanê derdikeve bi wê re hemû jin dengê xwe yê tekoşînê bilind dikin. Ev encama fikir û ramanê Rêber Apo ye. Em çalakî û tekoşîna xwe diyariyê Rêber Apo dikin. Ev tekoşîna me bi saya fikir û ramanê wê çêbûye. Tekoşîna me yê li hemberê her cûre tundiya ku li ser jin, civakê tê meşandin yê bibe. Em ê têkoşîna xwe her daîm bimeşînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azad çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber îro li Îmraliyê her çiqas hevdîtin bên kirin jî bêedaletiyek, bêmafiyek li holê heye. Wek gel mafê me heye ku  em ji bo Rêberê xwe tekoşînê bikin. Ji ber gel û Rêberê wê ji hevdû qut dikin. Em jî wek civaka êzidî mafê me ji aliyê hukumetê tê xwarin, ji aliyê dewletê tê xwarin. Li hember vê jî em ê heya dawiyê tekoşîna xwe mezin bikin.”

‘Heya ku xwe kuştin xilas nebin em ê li ser piyan bin’

Di dawiya daxuyaniyê de Riham Hico pêngava ‘Xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e’ bi bîr xist û da zanîn ku ji bo civak û jinên Êzidî ji şerê taybet biparêzin dane destpêkirin û wiha bidawî kir: “Wek Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) me dest bi pêngava ‘Xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e’ kiriye. Em li vir dibêjin heya ku xwe kuştin xilas nebe em ê têbikoşin. Xwe kuştin ne çareserî ye ev hemû kiryarên pergala aqlê dewletê ya şerê taybet e. Heya ku em pêşiya her cûre xwe kuştin, tundî her wiha tundiya li ser xweza û bêmafiya li ser jin negirin em ê têkoşîna xwe wek jinên êzidî berdewam bikin. Em ê bi fikrê Rêber Apo xwe rêxistin bikin, têbikoşin û serbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin-Jiyan-Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.