Ji jinên Efganî bang: Ji bo bidawîkirina tundiyê bêdengiyê bişkînin

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî, di daxuyaniya xwe ya beriya 25’ê Mijdarê de, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê ya li welat, ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, qeyranekî bipergalî û avahî ye.

Navenda Nûçeyan – Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî, di daxuyaniya xwe bi boneya 25’ê Mijdarê de, ragihand ku tundiya li dijî jinê ya li welat, ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, qeyranekî kûr û avahiyê ya bandor li ser jiyana bi mîlyonan jinê dike ye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li welatekî ku newekhevî û sînorkirinan veguherî polîtîkayên fermî, jinên Efganî her roj bi awayên cûrbecûr bi binpêkirinên mafên mirovan, vederkirin û tundiyê re rû bi rû dimînin; ev tundî ne veşartî û ne jî tesadufî ye; berevajî vê yekê bi awayekî rêxistinkirî û bipergalî tê pêkanîn.”

Torê, destnîşan kir ku jinên Efganî "di nava bêdengiyek kûr de" di nebûna qanûn, edalet û mekanîzmayên piştgiriyê yên pêwîst de, dibin hedefên şêwazên cuda yên tundiyê. Di daxuyaniyê de hate diyar kir divê tu jin ji ber zayenda xwe ji mafên xwe yên perwerde, kar, azadî, rûmet û ewlehiyê bêpar nemîne. Hate diyar kirin ku sînordarkirina mafê perwerde û kar a jinan, cûreyekî vekirî ya tundiya zayendî ya civakî ye. Her wiha şermezarkirin, sansûr, vederkirin û sînordarkirinên azadiya tevger û îfadeyê, mîna mînakên din ên tundiya avahîsaziyê ya li dijî jinên Efganî hate nîşan dan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, hate destnîşan jirin ku bidawîanîna tundiya li dijî jinê bi "şikandina bêdengiyê, bilindkirina hişmendiyê û pêşxistina hevgirtina civakî" pêkan e û hate diyar kirin ku têkoşîna ji bo mafên jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, erkê hemû kesê ku baweriya xwe bi wekhevî, edalet û rûmeta mirovan tîne ye. Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku divê hewldanên jinên Efganî ya ji bo bidestxistina mafên xwe, ji aliyê civaka cîhanê ve bê piştgirî kirin.