Jin li Îranê dibin hedefa bazirganiya mirovan û tundiya zayendî
Ji vegotinên fermî wêdetir, li Îranê laşên jinan dibin amûrên pergala neoliberal û hedefên torên metîngeriyê. Newekheviya aborî, cudakariya zayendî û xemsariya dewletê dibin sedema krîza sîstemîk a bazirganiya mirovan.
ŞÎLAN SAQIZÎ
Navenda Nûçeyan – Jin li Îranê dibin hedefa herî xeternak a torên bazirganiya mirovan. Berevajî vegotinên fermî, ev rewş ne tenê encama sûcên takekesî ye; ew krîzek sîstemîk e ku ji ber newekheviya aborî, cudakariya zayendî û bêkêrbûna dewletê çêdibe. Navbeynkar û fîrar jinan bi sozên kar, zewacê an koçberiyê dikişînin, wan dixin nav fihûş û xizmetên neqanûnî. Pispor tekez dikin ku koka pirsgirêkê ne tenê bi sûcdaran re ye, lê di heman demê de bi têkiliyên hêza avahîsaziyê û polîtîkayên neoliberal ên otorîter re jî ye.
Çengên tundiya avahî ya li dijî jinan: Torên navbeynkar û bazirganiyê
Torên bazirganiya jinê û navbeynkarî, rasterast nîşanek têkçûnên avahiyên civakî, aborî û hiqûqî yên li Îranê ne. Dema ku xizanî, cudakariya zayendî, nebûna derfetên kar ên adil, zordestiya zayendî û sînorkirinên çandî tên li gel hev, bedana jinê dibe çavkaniyek nadîr a bazarên nefermî û tundiyê.
Ev toran ne tenê sûcên nerasterast an jî yên mûnferîd e; encama rasterast a neoliberalîzma marjînal a di bin dewletek otorîter de dixebite ye. Qanûn ne ji bo parastina jinan, mîna amûrên kontrol û bêdengkirinê tên bikar anîn. Mîna koletiya zayendî ya nûjen, koçberiya ne ewle, zewaca bi zorê ya derveyî sînoran, karkeriya zayendî ya bi darê zorê û bazirganiya organ an jî zarokan derdikeve holê. Di bingeha van pêkanînan de ne tenê navbeynkar û sûcdar, di heman demê de pergalên civakî û siyasî ku derfetên newekhev didomînin, mafên jinan sînordar dikin û avahiyên desthilatdariyê yên heyî xurt dikin, cih digre.
Navbeynkar û sîmdaran, ji bilî bikaranîna pêdiviyên madî yên jinan, bi rêya bikaranîna valahiyên sazûmanî, sozên kar, zewac, koçberî an jî “jiyanek baştir" veguherînin amûrên xapandin û kontrolê. Ev rêbazan ne tenê yên çeteyên sûcdar re; di gelek rewşan de, bi hêzên ewlehiyê, ajansên kar ên sexte û rêxistinên sînor-derbas re mîna parçeyek a ji avahiyên hêzê yên berfirehtir tên bikaranîn. Jin piranî caran bi cudakariyên çînî, zayendî, etnîkî an jî vederkirinên siyasî re tên hedefgirtin û her çend bêdengî an jî înkara fermi di bin têgehiştan "namûsê" tê pêşkêş kirin jî, ne ewlehî û ne jî edaletê pêşkêş nake.
Raporên medyayê û mafên mirovan, piranî caran bazirganiya mirovan di çarçoveyên exlaqî, mirovî an jî zayendî de pêşkêş dikin. Lêbelê ev vegotinan, avahiyên siyasî û aborî yên ku bingeha pirsgirêkê ne paşguh dikin. Dema ku ev nêzîkatî rola jinan tenê mîna ‘mexdûr’ sînordar dike, navbeynkar xirab dike û pergala serdest bêberpirsiyar dike. Hinek raporên navneteweyî, jinan sînor dike, ji bo nirxên çandî mîna gefek pêşkêş dike û li şûna têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan, polîtîkayên kontrolkirina sînor û dijî koçberiyê rewa dikin.
Di encamê de, bazirganiya mirovan ne tenê veguhestina neqanûnî ya mirovan e; zincîreke hilberînê ya kedxwariya zayendî, keda bi darê zorê û kontrola li ser bedana jinê ye. Navbeynkaran torên meşandina vê pergalê ne û piraniya wan ji civakê mexdûran tên. Ango tundî ji hundir ve, ji alitê civakek bi cudakariya aborî û zayendî re rû bi rû ye tê kirin. Lewma, ji bo fêmkirina pirsgirêkê pêdivî heye ku vegotinên exlaqî û sade derbas bikin, avahiyên aborî û siyasî analîz bikin û divê navbeynkaran di pergala tundiya li dijî jinê de mîna aktorek avahîsaziyê bibînin.