Êrîşên li Humsê dibin sedema zêdebûna aloziyên mezhebî

Êrîşên çeteyan li taxên Hums û derdorê wê, di nava gel de rê li ber tirs û xofê vekiriye. NY diyar kir ku zêdebûna tundiyê li dijî sivîlan, bi awayek cidî gefê li ewlehiya bajar dixwe.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Hums ê Sûriyeyê û gundewarên Rojava, rageşiyên ewlehî û tansiyona meshebî bilind bûye. Di nava gel de fikara ku bûyerên li herêmê perav û Suweydayê hatin jiyîn dubare bibe zêde bûye. Êrîşên komên çete ku taxên bajar dike hedef, di nava gel de tirs û xofê zêde kiriye.

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Nejat Raşdî, diyar kir ku ji geşedanên li Humsê qewimîne bi fikar in. Nejat Raşdî di daxuyaniya xwe da zanîn ku raporên derbarê êrîşên ser sivîl û milkan ji nêz ve dişopînin û hişyarî da ku ger bûyer zu neyê destgirtin wê rewşa ewlehiyê ya bajar hê xirabtir bibe.

Piştî ku komên bi çek raste rast gule li sivîlan barand, mal şewitandin û cihên kar texrîb kirin, li taxên Hums ên piranî Elewî ne li gel qedexeya derketina derve re hewl tê dayîn bê kontrolkirin. Lê belê domandina bangên provoka û ji ber teşwîqkirina tundiyê, fikara di nava gel de didome.

Ev rageşiyên ewlehiyê, piştî komkujiyên li bajarokê Zeydil yê başûrê Humsê hatî jiyîn, zêde bû. Di malekê de endamek ê eşîreta Benî Halid û hevjîna wî mirî hatin dîtin. Cenazeyê jinê hatibû şewitandin û kiryaran naverokên mezhebî li pey xwe hiştibûn. Ev bûyer tansiyona li herêmê û fikarên gel hê zêdetir kir.