Jinan kolanên Mexmûrê xemilandin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de jin û jinên ciwan ên wargeha penaberan a Mexmûrê kolanên wargehê xemilandin.

Mexmûr – Wek hersal jinên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi rihê 8’ê Adarê ji destpêka mehê ve dest bi rêzeçalakiyên pîrozbahiya 8’ê Adarê dikin. Xwe bi rengên biharê dixemlînin û wargehê jî bi xemla xwe dorpêç dikin.
Duh dibin pêşengtiya Meclisa Îştar li wargeha penaberan a Mexmûrê, bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn.
Îro jî di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de jin û jinên ciwan li Tevgera Ciwanên Mexmûrê kombûn û li nava kolanên wargehê geriyan û wargehê bi fotoyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Îştar û Jinên Ciwan xemilandin.