Kovara Jin bi berga ‘Kirdeyên aştiyê jin li ser aştiyê diaxivin’ derket

Hejmara 105’emîn a Kovara Jin bi berga ‘Kirdeyên aştiyê jin li ser aştiyê diaxivin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 105’emîn a Kovara Jin bi berga ‘Kirdeyên aştiyê, jin li ser aştiyê diaxivin’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû de li ser îsrara jinan a di mijara aştiyê de nirxandin hene.

Hemû sernavên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:

* Pêdiviya min bi aştiyê heye ji ber ku... / Esra Kahraman

* Aştiya hatiye civakîkirin mayînde dibe / Şukran Demîr

* Encamnameya Komxebata “Jin li Ser Aştiyê Diaxivin”

* 8’ê Adarê di têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan de rênîşandan e / Oya Açan

* Ma wêjeya penaberiyê dibe? / Dîdem Yilmaz