‘Banga Abdullah Ocalan ‘çekên’ dewletê ji dest girt’

Yusel Genc diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hinceta ‘çekan’ a dewletê ji dest girtiye, her çendî weke ku banga li PKK’ê kiribe xuya bike jî di heman demê de ji bo dewletê jî bangek e.

AXÎN BAHAR

Amed – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 27’ê Sibatê de li Girtîgeha Îmraliyê cara 3’yemîn hevdîtin kir. Di hevdîtina 3’yemîn de Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol cih girtin. Girtiyên ku bi Abdullah Ocalan re li heman girtîgehê dimînin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girtin. Piştî hevdîtinê li Stenbolê bi civîneke çapemeniyê, banga Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat parvekirin. 

Di banga Abdullah Ocalan de ev tişt hat gotin: “Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz serokkomar nîşan da û nêzikatiyên erênî yên partiyên din vê pêvajoyê ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digrim ser xwe.”

Piştî bangê Sirri Sireyya Onder anî ziman ku Abdullah Ocalan ji heyete re gotiye: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyopolîtîk Yuksel Genç ku beşdarî daxuyaniya bangê bûye, ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Çekên’ dewletê ji dest hate girtin’

Yuksel Genç diyar kir ku metna bangê, hinceta ‘çekan’ ku dewlet nêzî pêvajoya aştiyê nedibû ji dest girtiye û her çendî metin weke bangek ji bo PKK’ê be jî di heman demê de ji bo dewletê jî bang û daxwazek e. Yuksel Genç naveroka metna bangê nirxand û wiha got: “Di destpêka metnê ve bal kişand ser şertên cîhanê yên ku PKK hatiye avakirin, piştre mezinbûn û pêşketina PKK’ê pêvajoya li welat a antîdemokratîk, polîtîkayên desthilat-dewletê yên li Tirkiyeyê û aliyên ku Tirkiye xwedî dikir. Di metnê de navbernavên weke di van cureyên meseleyan de pevçûnên bi çek, hebûnên bi çek wateyên xwe winda kirine, li ser berfirehkirina derfetên zemîna hiqûqê têkoşînek were meşandin xwe da der.”

‘Metna bangê îşaret bi qada siyasetê dike’

Metin li kêleka banga çekberdana PKK’ê û feshkirinê, di heman demê de îşaret bi amûra bi bandor a têkoşîna qada siyasetê kir û got: “Mimkun e ku metin banga veguherînê li PKK’ê kiriye bê xwendin. Metin ne dawî ye, destpêkek e. Weke daxwaza destpêkek nû divê were dîtin.” 

‘Di sala 1999’an û şûnve dewletê bersiv neda hewldanên PKK’ê’

Yuksel Genç bal kişand ku banga Abdullah Ocalan nû nîn e, di sala 1999’an de jî pêvajoyeke bi vî rengê çêbûye û wiha got: “Sala 1999’an, di nirxandinên ku di pêvajoya parastinên li Îmraliyê de hatin kirin de dema ku Abdullah Ocalan teza komara demokratîk danî holê, diyar kiribû ku divê PKK çekan dayne, dema têkoşîna çekdarî di meseleya Kurd de derbas bûye divê bi rêbazên siyasî têkoşîn were destpêkirin. Hatina komên aştiyê, îsbata wan hewldanan bûn. PKK, ji bo ku ji rêxistineke çekdarî ber bi rêxistineke siyasî ve biçe, ket nava hewldanên veguherînê, nîqaşi perwerde û kongreyan li dar xist. Ji ber ku bersivek ji veguherînê re nehat dayîn, di sala 2003’an de pêvajoyeke din a ber bi kongrbûyînê ve dest pê kir. Van hewldanên ji bo veguherînê mixabin li Tirkiyeyê wê demê bê bersiv man. Dewletê dest bi pêvajoyeke ku ber bi guherîna zagonî û siyasî ve biçe nekir û di encamê de salên 2004-2005’an, rêbazên şer û pevçûnan zêdetir bûn.” 

‘Hinceta ‘pevçûnên çekdarî’ ya dewletê êdî derbasdar nîn e’

Yuksel Genç li ser bingehên cuda bin jî li ser têkiliyên di navbera banga îro û ya saka 1999’an de wiha got: “Wê demê di çareseriya meseleya Kurd de li cihê çareseriya bi riya çekdarî, hatibû gotin ku divê çareserî bi riyên siyasî be, niha jî niyetek weke wê li holê ye. Bi vê yekê di warê meseleya Kurd û mijarên demokratîkbûnê de dewletê hinceta şerê çekdarî nîşan dida, xwe saz dikir lê ji niha û pê ve pêvajoya ji bo desthilatdariyê û avakirina hegemonyayê derbasdar nîn e. Di rewşa heyî de neçar e şans bide rêbazên nû yên ji bo çareseriya meseleya Kurd. Bangekî wiha balê dikşîne ser partiyên siyasî yên ku ji bo pêvajoya nû rebazên herî girîng ên têkoşînê ne, rêxistinên civaka sivîl û dewletê. Van hêzan ger rolên xwe bilîzin, dibe ku riya pêşiya çekan heta dawî were girtin. A girîng ew e ku saziyên siyasî û civaka sivîl li gorî vê xwe veguherînin.”

‘Ev pêvajo ne tenê veguherîna PKK’ê ya Tirkiyeyê jî di nava xwe de dihewîne’

Yuksel Genç diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê berpirsyariya dikeve ser dewletê were dîtin û wiha domand: “Peywira herî girîng a dikeve ser dewletê ew e ku ji bo bingeha hewldana bêçekbûnê û bihêzkirina bingeha têkoşîn siyasî, sererastkirinên zagonî bike. Veguherînên ku di vê pêvajoyê de çêbibin tenê ji bo PKK’ê nîn e, di heman demê de veguherîna dewletê û civaka Tirk di nava xwe de dihewîne. Ango ji bo pêvajoyeke bê çek çêbibe rola herî mezin dikeve ser dewletê. Divê dewlet û meclis bi xwe hinek gıherînên zagonî bikin.”

‘Em dixwazin bawer bikin ku dewleta di sala 1999’an de amade nebû niha amade be’

Yuksel Genç li ser beşa ku di nameyê de tunebû dûre Sirri Sureyya Onder xwend jî wiha got: “Li Tirkiyeyê bingehên siyasî neman, ji ber wê berpirsyariya dewletê ew e ku rêbazên ji bo siyasetê zêde bike, sererast bike. Ger dewlet vê berpirsyariyê negire ser xwe dê bikeve rewşa dewleta ku nikare encamên ku bi banga bêçekbûnê çêbûne ragire. Di navbera salên 1999-2004’an de me dît ku dewlet ji mijara bêçekbûnê ya PKK’ê re amade nîn e divê niha jî em heman tiştan nejîn. Em dixwazin bawer bikin ku dewleta di sala 1999’an de amade nebû, niha amade be.”

‘Ji bo meşandina pêvajoyê divê merc werin avakirin’

Yuksel Genç bal kişand ku ji bo meşandina pêvajoyê tişta destpêkê ew e ku dewlet bizanibe Abdullah Ocalan aktor e, mercên vê yekê amade bike û wiha berdewam kir: “Di vê mijarê de Devlet Bahçelî di banga xwe ya yekem de behsa ‘mafê hêviyê’ kiribû. Belê Abdullah Ocalan bang kir lê tecrîda li ser Ocalan didome, di warê mercên meşadina pêvajoyê de astengî hene. Divê ev yek biguherin. Ji bo gerîlayên li çiyayan tevlî pêvajoyê bibin, pêvajoya kongreyê baş were meşandin, Abdullah Ocalan bi rêxistina xwe re di nava têkiliyê de be divê merc werin avakirin. Bi gotina ‘ez çekê datînim’ çek nayê danîn. Ji bo her kesê pêvajo nû dest pê dike.”

‘Divê zimanê dewletê biguhere’

Yuksel Genç got ku nameya ji bo bangê, bi li berçavgirtina hesasiyeta dewletê hatiye amadekirin, diyar kir ku divê hesasiyetên Kurdan jî cidî werin girtin û got: “Dewlet jî divê li gorî pêdivî û daxwazên Kurdan ku bi salan e di nava şer de ne, bi parastina heysiyet û rûmeta wan biaxive.”

‘Divê pêvajo ji gel re were vegotin’

Yuksel Genç diyar kir ku banga hatiye kirin divê bi daxuyaniyên ku Abdullah Ocalan 26 sal in dike re were fikrandin û got: “Em vê nekin jî divê em perçeyek biçûk a nîqaşên ku di 6 mehên dawî de tên kirin, bi gelek mijarên ku em nizanin re bifikirin. Mirovan dixwestin di nameyê de were gotin ku ji bo meşandina pêvajoyê çi dê were kirin. Divê ji bo gel pêvajoyê fam bike hewldan hebin, ji wan re were gotin ku beramberî êşên kişandine di nava pêvajoyeke ji bo azadî û demokratîkbûnê de bin. Berê mirovan dayîna cihê ku piştî pêvajoya bêçekbûnê dê pêvajoya têkoşînê derxe holê û dê her kes pê serbikevin pir girîng e.”