‘Li welatên Ereban binpêkirinên li hemberî jinan tê veşartin’
Parêzvana mafên mirovan Sawsan El-Caadî bal kişand ser binpêkirinên ku jin ji ber pergala mêr-dewletê li welatên Ereban pê re rûbirû tên û got ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo wan roja berxwedanê ye.

ÎXLAS EL-HAMRONÎ
Tûnis – Di 8'ê Adarê de her sal Roja Jinan a Cîhanê tê pîrozkirin. Armanc ew e ku balê bikşîne ser maf û destkeftiyên jinan li seranserê cîhanê. Lê belê di vê rojê de gelek pirs jî hene, bandora van pîrozbahiyan di başkirina rewşa jinan de bi taybetî li welatên Ereban heya kîjan astê rol dilîze? Li seranserê cîhanê bername û çalakiyên 8'ê Adarê ji bo bidestxistina mafên jinan tên organîzekirin lê rastiya jinan û kêmbûna bidestxistina mafên wan rastiyeke din nîşan dide. Her roj jin li welatên Ereb bi kiryar, tundî û kêşeyên aborî û civakî re rûbirû dimînin.
'Hikumet 8'ê Adarê tenê şeklî digre dest'
Der barê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakvana mafê jinan Sewsan El-Ceadî got: “Li seranserê cîhanê û bi taybetî li welatên Ereban bi boneya vê rojê gelek şahî û pîrozbahî tên lidarxistin. Her wiha zagonên qaşo parastina mafên jinan dikin jî derdixin. 8'ê Adarê ji bo hikûmetên Ereb tenê bûye derfetek ku bi şeklî xwe li pêşberî raya giştî ya navxweyî baştir nîşan bidin lê mixabin mafên jinan li cîhanê kêm tên parastin. Li Tûnisê bi paşvekişîna ji prensîba hevsengiyê ku bûye sedema kêmbûna nûnertiya jinan di encûmenên hilbijartî yên weke Meclisa Nûneran de, diyar dike. Pêkneanîna zagonan jî rê li pêşiya bidestnexistina mafên jinan vedike."
'Jin bi kiryar û binpêkirinan re rûbirû ne'
Sewsan El-Ceadî bal kişand ser rewşa jinan li herêmên Ereban û kiryarên ku pê re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Binpêkirinên ku li ser jinan li Tûnisê dimeşînin li welatên Ereban ên din jî derbasdar e. Weke li Lîbyayê mijar gihîştiye asta qetilkirina aktivîstên jin ji aliyê mêran ve. Bi taybetî di qada siyasî de ev binpêkirin tên kirin. Ji ber ku mêr bi feraseta baviksalarî tevdigerin û qebûl nakin jin bibin çalakvan, di warê jiyanî de pêşengiyê bikin û mafên xwe biparêzin. Rewşa jinan li Misirê jî ji Lîbya û Tûnisê ne cuda ye. Li Misirê jin tên binçavkirin û azadiya îfadekirinê tê astengkirin. Li Iraq, Urdun û heta li Mexribê jin bi zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî re rûbirû dimînin. Di heman demê de bi hincetên namûsê mêr qetilkirina jinan ji xwe re rewa dibînin."
'Li welatên Ereban 8'ê Adarê weke 'rûpoşek' tê pîrozkirin'
Sewsan El-Ceadî bal kişand ser rewşa jinên Filistîn û Sûdanê û got: "Jinên Filistînî rûbirûyê kiryarên ku mafên wan binpê dikin dimînin û tevî hebûna rêxistinên ku van kiryaran şermezar dikin jî ev yek çêdibin. Li şûna ku Roja Jinan a Cîhanê bibe roja binpêkirinan divê bibe roja pesindayîna fedakariyên jinên Filistînî û berxwedana wan pîroz bikin. Jinên Sûdanê jî para xwe ji van kiryaran digrin. Ji destdirêjiyê bigre heya lêdan û qetilkirinê bi binpêkirina mafên xwe re rûbirû ne. Sewsan diyar kir ku pîrozbahiyên vê rojê di nava şert û mercên ku jinên welatên Ereban tê re derbas dibin, tenê weke 'rûpoşek' tê pênasekirin."
'Divê edalet û wekhevî di vê rojê de pêk were'
Çalakvana femînîst Sewsan El-Ceadî tekez kir ku tenê çalakvanên civaka sivîl di vê roja watedar de xwedî peyam in û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Çalakiyên ku rêxistinên civaka sivîl bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li dar dixin, xwedî nirx û peyam in. Ji ber ku ew çalakiyên şermezarkirina kiryar û binpêkirinên rastê jinan tên, organîze dikin. Di vê rojê de divê daxwaza pêkanîna edaletê û wekheviyê di nava civakê de bilind bibe."