Jin bi perwerdeyan metirsiyên Îslama radîkal nîqaş dikin
Jinên li çiyayê Kezwanan bi perwerdeyan metirsiyên ku Îslama radîkal li dijî azadî û vîna jinan û civakê ava dike nîqaş dikin. Jinan dibêjin bi hatina HTŞ’ê re fikrên DAIŞ’ê li Sûriyeyê zindî dibin û ev metirsiyek mezin ava dike.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Bi armanca zanîn û rêxistinkirina jinên çiyayê Kizwanan, Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star beriya çend rojan, ji bo jinan dewreyeke perwerdeyê bi navê “Şehîdên Jin ên Bendava Tişrînê” vekir. Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk li ser wate û armancên Îslama Demokratîk dersek da jinên ku beşdarî dewreyê bûn.
Li ser armancên îslama demokratîk û têgehên ku dixwaze di nava civakê de ronî bike û bikaribe guhertinê çêbike û rastiyên hatine veşartin balê bikşîne ser, rêvebera Meclisa Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Til Temirê Gulnaz Osman ji jinan re axivî û ji bo ajansa me nirxandin kir. Her wiha jinên ku beşdarî dersê bûn nêrînên xwe anîn ziman.
Bi îslama demokratîk têkoşîna li hemberî îslama siyasî ya radîkal
Gulnaz Osman got ku jinan pir mereq dikirin ku cudahiya îslama demokratîk ji îslama siyasî çi ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Îslama demokratîk cewherê îslama rast e belavkirin û hişyarkirin e, ne îslameke siyasî û tundrew a ku bi xwînê û serjêkirinê tê ferzkirin e. Îslam belavkirina aştî, aramî, hezkirin, hevgirtin û pejirandina Xirîstiyan, Zerdeşt û Çerkezan e. Ji lewre pir girîng bû ku derseke wiha were dayîn. Ji ber ku Çiyayê Kizwanan herêmeke bi êrîşên DAIŞ’ê re rûbirû maye. Jinan revandin û qetil kirin û zilmeke mezin li wan kirin. Wan neçarî gelek tiştên ne bi dilê wan û rizaya wan kirin. Di ola îslamê de rûgirtin ji jinan re ne ferz e lê mixabin çeteyên DAIŞ’ê jinan ji serî heta binî bi çarçeva reş fetisandin. Ji lewre pir girîng e ku em rola jinan di ola îslamê de bizanibin. Destpêkê rola wan çi bû, tiştên şaş ên hatine ferzkirin armanc û têkoşîna ku divê li hemberî wê were meşandin, zelal bikin.”
‘Bi hatina HTŞ’ê re fikrên DAIŞ’ê li Sûriyeyê zindî dibin’
Gulnaz Osman da zanîn ku armancên îslama radîkal dîlgirtina jinan û kolekirina wan e û wiha pêl da gotinên xwe: “Ya ku hişt jin di nava çar dîwaran de bimînin û azadiya wan tune be îslama siyasî ya radîkal e. Divê jin bizanibin îslamê mafê jiyanê daye jinan, mafê perwerdeyê, mafê bazirganî û aborî û hwd. jin pir kêfxweş bûn, ders rastî eleqeyek mezin hat. HTŞ li parêzgehên Sûriyeyê careke din fikra DAIŞ’ê belav dike û jinan dîl digre, ji azadiyê bêpar dike. Ferzkirina tiştên ne bi rizaya wan didomîne. Destpêkê îslama siyasî ya radîkal li ser jinan pêk tîne, cilê reş li wan dike û wiha wêneyên wan li ser medyaya dîjîtal belav dike. Pêvajoyeke pir xeter e ji bo jinan. Ji ber ku kiryarên HTŞ’ê zindîkirina fikrên DAIŞ’ê ye. Ji lewre erka her kesê/î ew e ku îslama demokratîk belav bike, da ku civakê û jinan şiyar bikn û ji îslama radîkal haydar bin ku em bikaribin pêvajoyê bi serkeftî derbas bikin.”
‘Serhildana jinan di têgihîştina îslama rast de derbas dibe’
Merwa Ehmed bal kişand ser ola îslamê û mafên jinan û wiha berdewam kir: “Mêr ola îslamê li gorî berjewendiyên xwe tehrîf dikin. Ger em binêrin em ê bibinin ku jin di dîrokê de, xwedî maf û rol û misyoneke pir bihêz û bi bandor bûn. Bi taybetî di warê bazirganiyê û şeran de. Zilam ango mêr hêza xwe di tundiya li ser jinan de dibînin. Hêzbûn rêzgirtina ji hevjîna xwe re û birêvebirina hevjiyana azad e. Ji ber ku berê jinan her dem li hemberî tundiya ku ji bav û bira dîtine, serî tewandine û ji her tiştî re teslîm bûne. Divê ku careke din serî hildin û vejîneke nû çêbibe. Ev yek wê di têgihîştina ola îslamê ya rast ve derbas bibe.”
‘Ya ku fîstanê spî di daweta xwe de li xwe kiribûya dihat serjêkirin’
Xedîce Hisên jî pêvajoya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê Kizwanan bi bîr dixe û wiha dibêje: “DAIŞ’ê ya ku xwe di bin nav û kirasê îslamê de veşartibû êrîşî herêmên me kirin, qaşo dewleteke îslamî bû lê bi muameleya xirab a bi jinan re ew dişibe dewleteke tundrew. Her jin rastî tundiyê dihatin ji hêla çeteyan ve û di navbera malan de jî da ku kes kesî nebîne paçik didaliqandin. Gihîşt asta ku jinên di roja daweta xwe de fîstanê spî li xwe bikin tevî koafura ku wê çêkiriye, ji wan re binerdek çêkiribûn û li wir dihatin serjêkirin. Jin pir ji aliyê çeteyan ve hatin îşkencekirin.”
‘Divê jinên Sûriyeyê tundrewbûna HTŞ’ê red bikin’
Xedîce Hisên balkişand ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me xwe dît, em windayî bûn û ji jinan re azadî xewneke windayî bû lê digeriya lê nedidît. Lê niha jinan xwe dîtin û ketin ser riya têkoşîn û azadiyê. Azadiya ku me li vir piştî DAIŞ’ê dît û jiyane, em bi hêvî ne ku hemû jinên cîhanê wê bibînin û bijîn. Ji lewre divê ku jinên Sûriyeyê ji siyaseta ku HTŞ’ê li ser wan dide meşandin bêdeng nemînin û îslameke siyasî ya tê ferzkirin red bikin.”