Ji Sumeriyeyê heta Suweydayê: Koçberiya bi darê zorê

Xelkê taxa Sumeriyeya li gundewarê Şamê ku ji aliyê hêzên HTŞ’ê ve bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin, destnîşan kirin ku heman dîmenên Suweydayê li Sumeriyeyê jî derketine holê.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Komîteya Xanî ya Giştî ya Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Sûriyeyê fermanek fermî da. Komîteyê got ku li gor fermanê pêwîst e malên li taxa Sumeriyeyê ya li gundewarê Şamê, di nav 72 saetan de bên valakirin. Ev ferman beşek ji tiştê ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê wekî "planek ji bo hilweşandina wargehên nefermî û ji nû ve rêxistinkirina bajarî" bi nav dike ye.

Lê belê, tiştê ku li ser erdê qewimî dûrî "plansaziya bajarî" bû. Derxistin bi êrîşên devkî û fîzîkî yên li dijî niştecihan pêk hat. Haret li jinan hat kirin, mêr rastî lêdanan hatin û gelek kes bi awayek kêfî hatin girtin. Malbatên tevahî jî, bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin. Nehiştin ku ev malbat tiştên xwe yên kesane bigrin ba xwe an jî xanîyên alternatîf ji xwe re bibînin.

‘Derxistinek asayî nebû’

Bûyer di nav xelkê Sûriyeyê, nemaze şên li Suweydayê ku koçberiyeke bi vî rengî jiyane de bû sedema hêrsek mezin. Gelê Suweydadayê li hember vê hovîtiyê hevxemiya xwe bi gelê Sumeryayê re nîşan da. Suweydayiyan diyar kir ku ev berdewamiya rêze binpêkirinên mezhebî û etnîkî ye ku ji dema ku cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) hatine ser desthilatê, bandor li welêt kirine. Jina bi navê Şîrîn el-Ekbanî ku di medyayê de navdar e û pêşkêşkara Al-Rayyan FM e, li ser bûyerên dawî yên li Sumeryayê axivî. Şîrîn destnîşan kir ku ev bûyer ne tenê bandorê li xelkê Sumeryayê dike, li ser hemû Sûriyan ku rewşên wekhev jiyane dike û wiha got: “Tiştê ku li Sumeryayê qewimî ne derxistinek asayî bû. Ev koçberiyek bi darê zorê ya şermezarkirinê bû ku bi lêdan, heqaret û girtinan re hat. Ev nikare wekî beşek ji projeyek paqijkirina taxên xirab were şîrovekirin. Ev wekî pêvajoyek sîstematîk a şermezarkirina mirovan a li ser bingeha girêdana wan a mezhebî ye.”

Dîmena dubare

Şîrîn el-Ekbanî got ku dîmenan bandorek kûr li ser xelkên li deverên din ên Sûriyeyê dijîn hiştiye û wiha pê de çû: “Nemaze yên mîna Suweydayê ku dîmenên koçberî û wêrankirinê dubare bûne. Dema min dît ka li Suweydayê çi qewimî, min hest kir ku dîmenên li Suweydayê dubare dibin: koçberbûna ji nişka ve, stargehên tijî û cenazeyên di malan de ku kes nikare rake. Ev heman trajediya ye ku li bêtirî yek cihî dubare dibe ye.”

‘Armanc avakirina dewletek yekreng e’

Şîrîn el-Ekbanî pêkanîna hovane ya li hember niştecihan rexne kir û got ku ev, li dijî prensîbên herî bingehîn ên edalet û mirovahiyê ne. Şîrîn destnîşan kir ku li her welatek her çiqas rayedar bixwazin malek demkî vala bikin jî, herî kêm mehek qewl didin mirovan da ku cîhek din kirê bikin an alternatîfek bibînin. Şîrîn bawer dike ku bûyer nikarin ji siyasetek berfirehtir a ku armanc dike guhertina demografîk li ser bingeha mezhebî biafirînin bên veqetandin û wiha pê de çû: “Ji dema ku Heyğt Tahrîr el-Şam hat ser desthilatê, me şahidiya bombebarankirina dêran û êrîşên li ser peravê, li Ceramana û Sahnaya kir; paşê li Suweydayê û niha li Sumeryayê. Plan eşkere xuya dike: avakirina dewletek yekreng a li ser hesabê yên din.”

‘Ev polîtîkayeke qirkirina etnîkî û mezhebî ye

Şîrîn el-Ekbanî behsa çîrokên ku dilê mirov diêşînin kir û mînakek wiha da: “Di nav wan de jinek hebû. Piştî ku ji ber endametiya mezhebek cûda ji mala xwe hate derxistin, neçar ma ku bi zarokê xwe re li kolanê razên. Ev ne polîtîkayeke avakirina dewleteke şaristanî ye, wekî ku me soz da. Ev polîtîkayeke qirkirina etnîkî û mezhebî ye. Îro Sûrî tenê bi zilm û neheqiyê re rûbirû dimînin û dabeşbûn û koçberî zêde dibin.”

Soz derew derketin

Ji dema ku HTŞ’ê li deverên cûda yên Sûriyeyê hat ser desthilatê, di bin dirûşmeyên "Sûriyeyeke nû", "dewleteke sivîl a nûjen", "dewleteke dadmendtir û wekhevtir li ser bingeha ji nû ve avakirinê", "baştirkirina asta jiyanê" û "mîsogerkirina ewlehî û aramiyê" de rêze soz dane.

Lê belê, bûyerên li Sumeryayê bi bingehîn van sozan nakok dikin. Di şûna parastina welatiyan de, hatine koçberkirin, şermezarkirin, lêdan xwarine û hatine girtin. Her ku koçberiya bi darê zorê zêde dibe, stargeh bi mirovên koçber tijî dibin. Girtin û êrîş berdewam dikin. Pirs ev e: Sûrî dê li hember polîtîkayên ku heman trajediyê li deverên cûda yên welêt dubare dikin çiqas bedêl bidin?