Ji NY’yê têkildarî doza Şerîfe Mihemedî name

NY’ê têkildarî doza Şerîfe Mihemedî nameyek fermî ji bo Nûnerê Îranê yê NY’ê re şand û qala hinek binpêkirinan kir û got: “Şerîfe tenê ji ber çalakiyên xwe yên aştiyane bi cezayê darvekirinê re rû bi rû maye.”

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî bi daxuyaniyekê ragihand ku Rêxistina Lêkolîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî doza girtiya siyasî ya li ber cezayê darvekirinê Şerîfe Mihemedî, lêkolîn kiriye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêxistinê nameyek fermî ji nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî re şandiye û tê de qala çend binpêkirinên cidî yên pêvajoya darizandina nerewa ya li Îranê û doza Şerîfe Mihemedî kiriye.

Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku doza Şerîfe Mihemedî bala saziyên navneteweyî kişandiye ser xwe û neheqiyên ku di dema binçavkirin, lêpirsîn û darizandina wê de hatine kirin, balê kişandiye ser xwe.

Rêxistinê destnîşan kir ku Şerîfe Mihemedî tenê ji ber xebata xwe ya aştîxwaz û çalakiyên xwe yên civakî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû maye û got: “Divê civaka navneteweyî ji bo pêşîgirtina li pêkanîna van biryarên nemirovane zextê zêdetir bike. Ev zext dê ji bo şopandina pêvajoyê berdewam bike.”

Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Lê carek din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Şaxa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin. Herî dawî di 16’yê Tebaxê de, Şaxa 39’emîn a Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî pejirand.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Kampanyaya Sêşema Na ji bo Darvekirinê, ji destpêka salê ve 627 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.