Ji Rojhilat desteka ji bo Rojava: Berxwedan jiyan e!

Nesrîn B a Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û berxwedan gel ya li dijî van êrîşan, silav kir û got: “Li her derê Kurdistanê wê têkoşîna ji bo serkeftinê bidome, ji ber ku berxwedan jiyan e.”

AMÎRA MUHAMMEDÎ

Sine- Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye didomin. Êrîşên li dijî sivîlên ku ji bo çalakiya li bendava Tişrinê ji kantona Firatê bi rê dikevin jî zêde dibin. Di van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Di êrîşên dewleta Tirk li dijî konvoyên gel ên diçin Tişrinê de 7 welatî hatin qetilkirin. Tevî êrîşên qirkirinê jî berxwedana li bendava Tişrînê didome. Destekek ji bo vê berxwedanê jî, ji jinên Rojhilat hat.

Ji Rojhilat desteka ji bo Rojava

Ji bajarê Sine ji aktivîstên mafên jinan Nesrîn B. wiha got: “Em jinên Sine, êrîşên dewleta faşîst a Tirk bi taybetî êrîşên li dijî bendava Tişrinê şermezar dikin. Gelê herêmê ji bo ku bertekên xwe li dijî êrîşan nîşan bidin diçin bendava Tişrînê. Dewleta Tirk êrîşî gelê ku diçe bendava Tişrînê dike. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin, em ji dil û can destekê didin xwîşk û dayikên xwe yên li wê derê liberxwe didin. Bila hikûmeta Tirk vê yekê baş bizanibe, li Kurdistanê rihê jiyanê berxwedan e.”

‘Ji her demê zêdetir pêwîstî bi piştevaniya Kurdan heye’

Nesrîn B, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd wek sûcê şer nirxand û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li dijî Kurdan sûcê şer dike û tiştên tên jiyîn vedişêre û nake nûçe. Ev nêzîkatî dibe sedem ku gelek kes li dinyayê ji van sûcan bê xeber bin. Ji her demê zêdetir niha pêwîstiya Kurdan bi piştevaniya bi hev re heye. Ji ber ku ew êrîşên dagirkeriyê, fermanên cîhat û fetih tên çi wateyê em baş dizanin. Ji ber vê jî divê hê zêdetir bi hişyarî û bi baldarî tevbigerin.”

‘Em li ba gelê Rojava ne’

Nesrîn B destnîşan kir ku jinên Rojhilat êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Berxwedan û têkoşîn bûye parçeyek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ti neheqî qebûl nekirine, ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Rojhilata Navîn her tim bûne efsaneyên têkoşînê. Hebûna wan a li Rojhilata Navîn, wek ava li ser agirê hêrsa dijmin e û ya ku bûye sedema hêrsa dijmin jî, rihê wan ê yekitî û hevrebûnê ye. Herî dawî ez dikarim vê bejim; em jinên Rojhilat her tim li ba gelê Rojava ne. Li her derê Kurdistanê wê têkoşîna avakirina aştî û serkeftinê bidome, ji ber ku berxwedan jiyan e.”