Ji îstînafê biryara emsal: Şert û mercên tehrîka neheq pêk nehat

Cezayê ku dadgeha herêmî da Şervan Gulel ê Hasret Tûtal qetil kir, ji aliyê dadgeha îstînafê ve li dijî wî hat xirakirin. Dadgeha jor, diyar kir ku şert û mercên tehrîka neheq pêk nehat û cezayê ji kiryar re hat dayîn kêm dît.

Riha – Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya der barê Şervan Gulel ê ku di sala 2021'an de li Rihayê Hasret Tutal qetil kir, xira kir. Dadgeha Îstinafê ku diyar kir şert û mercên daxistina "tehrîka neheq" a ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn pêk nayên, piştî biryara ku bi piraniya dengan girti, ji bo doz ji nû ve bê dîtin dosya ji dadgeha herêmî re şand.

Bûyer di dîroka 7’ê Cotmeha 2021’an de li Taxa Akpiyarê ya navçeya Karakopru ya Rihayê hat jiyîn. Hasret Tûtal ji aliyê Şervan Gulel ê ku demekê rastî şîdetê dihat, bi çekê hat qetilkirin. Hasret Tûtal a bi awayekî pergalî tundiya fizîkî û derûnî dît, şeva hat qetilkirin jî rastî tundiyê hat.

Dadgeh rûxmê îfadeyên derew jî ceza daxist

Di çarçoveya lêpirsîna ku têkildarî qetilkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê meşandin de, di 6’ê Hezîranê de jisûcê "kuştina qestî ya hevjîna xwe” îdianame hat amadekirin. Di îdianameya hat amadekirin de kiryar Şervan Gulel, parastina tehrîk kir û îdia kir ku Hasret Tûtal şeva bûyerê madeya hişbir bikaraniye û bi xwe çek teqandiye. Raporên krîmînal ên di çarçoveya dosyayê de hatin bidestxistin, îdiaya madeya hişbir derewand, derket holê ku di destê Hasret Tutal de jî şopan svapê heye. Dadgeh di 27’ê Îlona 2023’an de têkildarî kiryarê ku îfadeya derew da biryara xwe da. 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, der barê Şervan Gulel de ji sûcê "kuştina bi qestî" cezayê muebetê da. Dadgeh ji kiryar re daxistinên “tehrîka neheq” û “reftara baş” bikaranî û ceza daxist 15 salan. Parêzerên Hasret Tûtal biryar birîn dadgeha bilind.

Ji dadgehê biryara emsal

Dadgeha îstînafê ya biryar nirxand, tehrîka neheq ê der barê Şervan Gulel de hat dayîn, bi hinceta ku şert û mercên vê pêknayên biryar xira kir. Di biryara ku bûyera hat jiyîn hat kurte kirin de, hate diyarkirin tevgerên kiryar Şervan Gulel ên beriya qetlîamê û piştî qetlîamê şertê tehrîkê pêknayne. Dadgehê da zanîn Hasret Tûtal jî li dijî bersûc tevgerek tehrîka neheq pêkneanî ye û diyar kir ku ji ber pêkanîna xala 29'an a TCK'ê cezayek kêm hatiye dayîn.

Danişîna ewil a dosyaya hat xira kirin, wê di 17’ê Gulanê de bê dîtin.