Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê didome

Çalakvanên çalakiya Nobetê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9 meh in bê navber didome.

Mexmûr - Çalakvanên çalakiya Nobetê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bê westan û rawestan ev 9 meh zêdetirin bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 57’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 56’emîn Yusuf Gundigî axivî.

‘Rêbertiya me hebûn û rumeta me ye’

Yusuf Gundigî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Ev demek dirêj e bi tu şêweyî agahî ji Rêbertî nayê girtin û ev erkê me hemuyane ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî em çalakiyan lidarbixin. Rêbertiya me hebûn û rumeta me ye. Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li hebûna xwe ye. Em dibînin dewleta Tirk ji şehîd û hestiyên zarokên me ditirsin û bi hemu şêweyî êriş dike.”

Di dawiyê de bang li tevayî gelê Kurd hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezintir û çalakiyên xwe xurttir bikin.

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 57’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.