Ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiye daketin qadan
Şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan, êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta tirk yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê Benî Zêd şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê anîn ziman.
Qamişlo – Ji 6’ê Çileyê ve komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de bi guleyên hawan, obîs û tankan êrîşî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin. Li dijî van êrîşan şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koçberên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û piştgiriya gelê Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd kirin. Şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên Efrîn û Şehbayê, ji pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya çand û Hunerê ya li bajar dest bi meşê kirin û heta navenda Neteweyên Yekbûyî meşiyan.
Der barê meşê de Şêrîn Mihemed a ji bajarê Efrînê êrîşên ku li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd çêdibin şermezar kir û wiha got: “Em wekî gelê Efrînê ku du caran kuçber bûye, gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û bi hêza xwe ya hundirîn ku nêzî çar pênc rojan li ber xwe didin, ji bo rûmeta xwe û jiyana azad. Dewleta Tirkiyeyê û rêvebriya demkî êrîşî du taxan dikin lê negihîştin armanca xwe, ji ber gelê ku li wê derê şer dike xwedî îrade û dîrokekî berxwedêr e. Em wekî gelê Efrînê li bajarê Qamişloyê dijîn, piştgiriya xwe didin hemû kesên di hundirê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de.”
‘Gelê Şêx Meqsûd di xeterê de ye’
Şêrîn Mihemed, da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku rojên nû û dîrokî bijî lê mixabin bi hatina rêveberiya demkî rojane li deverên Sûriyeyê komkujî tên kirin û got: “Gelê Şêx Meqsûd di xeterê de ye. Em wekî gel her û her em ê li qadan bin. Rêveberiya demkî bi fikrekî DAIŞ’ê hatiye ku Sûriyeyê bi rê ve bibe.”