‘Emê bi baweriya berxwedana bendava Tişrînê biserkevin’
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yusif diyar kir ku crmanca êrîşên li Helebê valakirina herêmê ye û got: “Me bi berxwedaniyeke mezin bendav bi biryara av, ax û erdîngariya xwe bi xwînê parast. Em bi vê baweriyê biser ketin ku em dîsa di vê baweriyê de ne.”
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yusif diyar kir ku di van roj û kêliyan de rojên dîrokî tê jiyîn. Perwîn Yusif anî ziman ku careke din gel û ciwanên Kurd bi hevgirtin, xwîn û canê xwe ji cîhanê re îspat kirin ku koletiyê qebûl nakin û serê xwe natewînin.
Perwîn Yusif wiha got: “Bi vê bangê îro berxwedaniya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku tê meşandin, li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, li dijî hêzeke ku zêdetirî 40 hezar leşker û 110 tang, li hemberî hovîtî û êrîşên ku sucên şer in li hember sivîlan tên meşandin, xwe dide der. Armanca van êrîşan ew e ku herêmê vala bikin, di heman demê de Sûriye bi rengekî etnîsîteyî, tundraw û bi rengê xwe tenê bidin meşandin û rêvebirin. Ev şoreşa ku 13 sal in bi hêvî û baweriyeke mezin, bi hevgirtina gelan mezin bûye û Sûriyeyê rizgar kir.”
‘Çareya bingehîn a di destên me de, berxwedanî ye’
Perwîn Yusif diyar kir Sûriye dibe ku ji aliyê rêjîmê ve guhertin jiyan kiribe, lê hişmendiya takekes, nijadperest, olperest, qatil û tundrew ku ne diyalog, ne mafên mirovan û ne qanûnan nas dike, hê jî berdewam dike. Perwîn got ku “Ji bo vê jî weke gelê Kurd çareya bingehîn a di destên me de, berxwedanî ye” û wiha pê de çû: “Çawa ku me li bendava Tişrînê ku niha salvegera wê ya yekemîn e bedelên giran da, lê belê em teslîm nebûn. Me bi berxwedaniyeke mezin bendav bi biryara av, ax û erdîngariya xwe bi xwînê parast, me teslîmî dijmin nekir. Em bi vê baweriyê biser ketin ku em dîsa di vê baweriyê de ne îro emê li hember hikûmeta Şamê û çeteyên wê liberxwe bidin û biserkevin.”
’Em niha di rewşeke mirovî ya mezin re derbas dibin’
Perwîn Yusif anî ziman ku li hemberî berxwedaniya ku tê meşandin, çeteyên ku tu çare di destên wan de tuneye ji bilî kiryarên ku pîvanên mafên mirovan binpê dikin, zarokan, jinan û her kesî hedef digirin. Perwîn bi gotinên “Ji bo vê jî em niha di rewşeke mirovî ya mezin re derbas dibin. Planeke mezin e ku gelek pirsgirêk hene” destnîşan kir ku li aliyekî pêdiviyên jiyanê hatine rawestandin û li milê din jî bombebaraneke dijwar a nexweşxane û hemû qadên jiyanê tune dikin, tên jiyîn. Perwîn Yusif diyar kir ku her wiha nexweşxaneya ku dihat bikaranîn ji xizmetê derketiye û bi armanca ku tax û herêmê vala bikin, berxwedaniya gel rawestînin, gelek êrîş bipêş dikevin.
‘Bi hovîtiyeke mezintir bi ser gel ve tên’
Perwîn Yusif da zanîn ku her kêliyeke ku li ser bêdengiya civaka navdewletî û îsrara hikûmeta Şamê li ser qetilkirinê re derbas dibe, bedêlên giran tên dayîn û wiha bidawî kir: “Zarok, dayîk û bav tên qetilkirin, herêm wêran bûye û aloziyên mezin hene. Şerê navxweyî yê li hember Kurd û Ereban wê gûrtir bibe. Ji bo vê jî, çareserî ew e ku ev şer were rawestandin û vîna gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê were naskirin. Lewra jî her kêliyeke ku derbas dibe gelek hestiyar e û em bedêlên giran didin. Şêx Meqsûd anha di van kêliyan de rû bi rû yê êrîşên hişmendiya DAIŞ’ê tê. Her ku dem derbas dibe û ev êrîş naghêjin armanca xwe, ew bi hovîtiyeke mezintir bi ser gel ve tên. Ji bo vê jî her ku şer berdewam dike, pê re jî asta hovîtiyê mezintir dibe.”