Li Dêr Hafîrê welatî ji bo pêşwazîkirina birîndaran amadekariyan dikin
Welatiyên li Dêr Hafir li benda nexweşxaneyê ne û xwe amade dikin ku 54 birîndaran li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr a li Şêx Meqsûd pêşwazî bikin.
Navenda Nûçeyan – Welatiyên ku ji kantonên Cizire, Reqa û Firatê li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye bi ruhê seferberiyê ber bi Dêr Hafirê ve çûn, ji bo pêşwazîkirina birîndaran amadekariyan dikin.
Piştî ragihandina agirbesteke qismî ji bo derxistina welatiyên birîndar ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr, endamên Heyva Sor a Kurd û welatiyên ku li Dêr Hafîr li bendê bûn ku ber bi Helebê ve biçin, ji bo pêşwazîkirina 54 birîndaran amadekariyan dikin.