Ji Meclisa Gel a Şêx Meqsûd banga lezgîn

Meclisa Gel a Şêx Meqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.

Navenda Nûçeyan – Li hemberî metirsiya komkujiyê ya li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku ev 3 rojin komên çeteyan bi hemû cure çekên giran êriş dikin, Meclisa  Gel a Şêx Meqsûd bang li gel kir.

Di banga  ku bi  awayekî  nivîskî  hate belavkirin de wiha hat gotin: “Em bang li tevahiya gelê xwe yê  Şêx Meqsûd  dikin ku derkevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya  Xalid Fecir û  li derdora birîndarên xwe kom bibin.