Hûsiyan bi anketek mezhebî mamosteyan hedef girt

Hûsiyan, anketek îdeolojîk li dibistanên dewletê û taybet ên li deverên di bin kontrola xwe de belav kir û mamosteyan bi tevahî ji pêvajoya perwerdehiyê dûr, bi pirsên bi naveroka siyasî û mezhebî hedef girt.

Navenda Nûçeyan- Derdorên perwerdê û mafên mirovan, li deverên di bin kontrola Hûsiyan de neçarkirina mamosteyan a ji bo eşkerekirina agahiyên xwe yên kesane, nirxandin. Van derdoran rewşa heyî mîna binpêkirinek giran a nepenîtiyê û hewldanek ferzkirina ajandeyek mezhebî ku gef li pêşeroja perwerdehiyê ya li Yemenê dixwe, nirxandin. Hûsiyên ji aliyê Îranê ve tên destekkirin, mamosteyên di dibistanên li deverên di bin kontrola xwe de, bi belavkirina antekek îdeolojîk a bi karekterek mezhebî û zihniyeta rejîma Îranê hildigre, hedef girt.

Li gorî mînakên anketên li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin, ev forma ku li dibistanên dewletê û yên bi taybetî tên belavkirin, pirsên ji perwerdehiyê dûr û meyla siyasî û îdeolojîk a mamosteyan hedef digre, dihewîne. Anket bi pîvandina amadebûna beşdarbûna "qursên çandî" yê aydê Hûsiyan dest pê dike.

Derdorên perwerde û mafên mirovan neçarkirina mamosteyan a ji bo eşkerekirina agahiyên xwe yên kesane, mîna binpêkirinek giran a nepenîtiyê dinirxîne. Her wiha di anketê de pirsek xeternak ku ji mamosteyan tê xwendin ku malên xwe ji bo çalakiyên mezhebî vekin, cih digre. Ev rewş mîna ferzkirinek mezhebî ku bingeha binpêkirinên pêşerojê datîne, tê dîtin.

Bikarhênerên medyaya dîtîjal a Yemenî, destnîşan dikin ku Ofîsa Perwerdehiya Paytextê ya di bin kontrola Hûsiyan de perwerdehiyê ji bo projeyên mezhebî bikartîne û ev pratîk ji bo pêşeroja mamosteyan gefek cidî çêdike. Hat destnîşankirin ku Hûsî li deverên di bin kontrola xwe de hedef girtina perwerdehiyê û xebatkarên perwerdehiyê didomîne û hewil dide bi armancên mezhebî di bin kontrolê de bigre.