Hunermenda Kurd Mehsa Zareî hate binçavkirin

Mehsa Zareî ya ji Kirmanşahê ku xebatên çandî dide meşandin, duh li cihê kar bêyî ti biryarek a darazê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Sedemê binçavkirin û cihê ku lê tê girtin nehat aşkerekirin.

Navenda Nûçeyan – Mehsa Zareî ku li Îranê bi xebatên xwe yên çanda Kurdî tê nasaîn, duh li Kirmanşanê hêzên ewlehiyê ser cihê wê yê kar de girtin û ew binçav kirin. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di dema kar û barê binçavkirinê de bêyî biryarekê Mehsa Zareî birine cihek ne diyar.

Derbarê hinceta binçavkirin, cihê lê tê girtin û rewşa hiqûqî, heta niha ti daxuyaniyek nehate dayîn. Malbat û kes û karên wê diyarkirin ku ji rewşa wê bi fikarin, hate zanîn ku hewldanên derbarê mijarê de, bê encam mane.