Hunermend Dîna Xalid Zaurub ji aliyê Îsraîl ve hate qetilkirin

Hate ragihandin ku di êrîşa ÎsraÎlê ya li dijî Zîvala Xezayê de, hunermend Dîna Xalid Zaurub jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan- Hunermenda 22 salî Dîna Xalid Zaurub, bi portreyên ku jiyana Filistîniyên ku di şerê li Filistînê de jiyana xwe ji dest dane dikir mijara hunera xwe, dihat nasîn.  

Dîna Xalid Zaurub di xêzên xwe de bîr û berxwedan diteyîsand, hunermendek ku di bîra çanda li Xezayê de cîhek girîng bi dest xistî ye. Hat hînbûn ku Dîna Xalid Zaurub di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hatiye qetilkirin.   

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Çanda Filistînê ve hatiye weşandin de, ji bo wendahiya Dîna Xalid Zaurub ev tişt hat gotin: “Jinek ciwan û kêrhatî bi hunera xwe bîr û boçûnê dida jiyîn.” Qetilkirina hunermendê, wek ‘sehneyek din a trajedîk a qirkirinê’ ku li Xeza dom dike ye.”   

Dîna Xalid Zaurub, di sala 2015’an de, dema 13 salî bû, di pêşbaziya ji aliyê Navenda Mafên Mirovan a Al Mezan ve hat lidarxistin de, bi mijara ‘di şerên bi çek de mafê zarokan’, xelata xêza herî baş girtibû. Di heman demê de Dîna Xalid Zaurub ji aliyê Wezareta Perwerdeya Filistînê û UNRWA ve hatibû xelatkirin.