Îranê berdana Nesîm Ulemî red kir

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand ku berdana girtiya siyasî Nesîm Ulemî ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve hatiye redkirin. Rêxistinê da zanîn ku ev 3 sal in Nesîm Ulemî ji mafê derketina ji girtîgehê bê par tê hiştin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan (ÎHR) têkildarî berdana girtiya siyasî Nesîm Ulemî ku di dema şoreşa ‘Jin,Jiyan, Azadî’ de hatiye girtin û  li girtîgeha Evîn tê ragirtin, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxwaza berdana azadkirina bi şert a Nesîm Ulemî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye redkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Nesîm Ulemî ev 3 sal in li Girtîgeha Evîn tê ragirtin û ji mafê derketina derveyî girtîgehê bê par hatiye hiştin.

 

Nesîm Ulemî Sîmarî di sala 1988’an de ji dayîk bûye, yek ji girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ye. Di 18’ê Adarê 2023’an de ji aliyê hêzên îdareya Italatî ya Tehranê, li bajarê xwe bê fermana dadwer hat girtin û sewqî girtîgeha Evînê hat kirin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Nesîm Ulemî ji ber sûcê ‘Komplo  û propagandaya li dijî dewletê’ cezayê 6 sal û 74 qamçî û 20 sal mayîna di bin çavdêriya desthilata dadweriya Îranê de hatiye cezakirin.