Jinên Afgan ji ber qedexeya dibistanê neçar man di atolyeyên xaliyan de bixebitin
Li Afganistanê piştî ku Talîban bû desthilatî, hejmara jinên ku dixwînin û yên ku di karên dewletê de dixebitin, gelek kêm bû. Jin û keçikên Afgan neçar mane di atolyeyan de bixebitin lê dîsa jî hêviyên xwe diparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Afganistanê piştî ku hikûmeta Talîbanê di sala 2021’an de hat avakirin, xwendina keçikên emrê wan di ser 12 salî de ye, hat qedexekirin. Gelek jin jî, nikarin êdî herin saziyan û di karên dewletê de bixebitin. Di sala 2020’an de tenê ji sedî 19’ê jinan dikaribûn li saziyên dewletê bixebitin. Ev hejmar piştî rêveberiya Talîbanê kêmtir bû. Çêkirina xaliyan a li ser tevnê, yek ji çandên herî kevn ên dinyayê ye. Ev pîşe bû yek ji pîşeyên ku jinên Afgan ji neçarî berê xwe dane. Li gor çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî, nêzî 1,2 - 1,5 milyon Afgan, debara xwe bi çêkirina xaliyan dikin û ji sedî 90’ê xebatkarên qadê, ji jinan pêk tê. NY di rapora xwe ya sala 2024’an de dibêje ku piştî desthilatiya Talîbanê destpê kiriye, aborî têk çûye û sektora firotina xaliyan a ji bo derve, her ku diçe mezin dibe.
Neçar in debara malbata xwe bikin
Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Afganistanê ragihand ku tenê di 6 mehên pêşîn ên sala 2024’an de ji welatên wek Pakistan, Hindîstan, Avusturya û Emrîkayê re ji 2,4 milyon kîloyî zêdetir xalî hatine firotan û ev 8,7 milyon dolar (6,6 milyon sterlin) digre. Lê ev nayê wê wateyê ku şirketên ku xaliyan çêdikin ji bo çêkirina xaliyan pereyek baş didin xebatkarên xwe. Nîsar Ahmad Huseynî yê ku 3 atolyeyên wî hene, dide zanîn ku nêzî 600 jin li van atolyeyan dixebitin û wiha dibêje: “Li Afganistanê xalî bi pereyek kêmtir tên firotan. Serê metrekareyê, di navbera 100-150 dolarî de ye. Kesên ku neçar in debara malbata xwe bikin û derfetek din ji bo wan tuneye, di van karan de bi pereyek kêm dixebitin. Em ji her xebatkarek xwe re serê metrekareyê di navbera 39 û 42 dolarî de pere vediqetînin. Du heftiyan carek em pere didin wan û ew rojê 8 saetan dixebitin.”
Li gor nûçeya BBC’yê, li Kabîla Afganistanê tenê di atolyeyek de, bi sedan jin û keçik dixebitin. Li van atolyeyan jin di germa zêde, sermaya zêde û hewayek fetisokî de bi saetan dixebitin. Yek ji van jinan jî, Salîhe Hassanî ya 19 salî ye. Salîhe dibêje ku “êdî şansê keçikan ê xwendinê tuneye. Lewma jî em neçar in berê xwe bidin atolyeyan.”
3 xwişk ji dibistanê kirin dan ber tevnên xaliyan
Şakila ya 22 salî jî di xaniyek biçûk de bi tevî xwişkên xwe xaliyan çêdike. Di heman demê de bi dê û bavê xwe yê extiyar û sê birayên xwe re dijî. Li herêma xizan a Deşta Barçî ya li rojavayê Kabîlê dijîn. Şakila dibêje ku gelek xwestiye bibe parêzer, lê niha rêveberiya karê çêkirina xaliyan a malbata xwe dike. Şakila dibêje “Me nekarî tiştek din bikin. Karek din tunebû.” Xwişka wê Samîra jî 18 salî ye û gelek xwestiye bibe rojnamevan, lê ji ber bêderfetiyan niha bi xwişkên xwe re xaliyan çêdike. Meryema 13 salî hê dest bi xeyalan nake, neçar dimîne dev ji dibistanê berde û dest bi çêkirina xaliyan bike.
‘Dixwazim bibim bijîşk û nexweşxaneya herî baş çêkim’
Piştî ku dibistana lê dixwendin hat bombekirin, bavê wan tirsiya ku ew jî bên kuştin û hersêyan ji dibistanê girtin. Keçik dibêjin “Talîbanê got emê dibistanan li gor naveroka olî sererast bikin û dîsa vekin, lê venekirin û keçikên Afgan bê dibistan man. Salîha dide zanîn ku ev 3 salên dawî hewl dide tevî zor û zehmetiyan jî, îngilîzî fêr bibe û wiha dibêje: "Her çiqas dibistan û zanîngeh girtî bin jî, em perwerda xwe didomînin. Ez dixwazim rojek, bibim bijîşk û nexweşxaneya herî baş a Afganistanê ava bikim.”