Şaredariya Floransa hemwelatîbûna rûmetê da Pexşan Ezîzî

Şaredariya bajarê Floransa yê Îtalyayê bi merasîmekê hemwelatîbûna rûmetê da girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî.

Navenda Nûçeyan – Duh Şaredariya bajarê Floransa yê Îtalyayê bi merasîmekê hemwelatîbûna rûmetê da girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku di girtîgeha Ewîn ya Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Di merasîmê de hemwelatîbûna rûmetê ji aliyê birayê Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî ve hat wergirtin.

Hat diyarkirin ku aramnca dayîna hemwelatîbûna rûmetê pêşîlêgirtina darvekirina Pexşan Ezîzî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 19’ê Sibata 2025’an Kampanya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî bi rêya hesabê xwe yê fermî yê medya dijîtal ragihandibû, encûmena Şaredariya bajarê Floransa ya Îtalyayê bi piraniya dengan pêşniyara dayîna hemwelatîbûna rûmetê ji bo Pexşan Ezîzî erê kiriye.

Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.