Di lîsteya CPT’î ya serdana girtîgehan de Îmralî tune ye!
CPT’yê li Tirkiyeyê serdena gelek girtîgehan kir lê neçû serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê û Muameleya Xirab (CPT), di navbera rojên 7-11’ê Nîsanê de li Tirkiyeyê serdana hinek girtîgehan kir û li navendên binçavkirinê lêkolînan kir. Komîteyê careke din Girtîgeha Îmraliyê negirt nava lêkolînên xwe.
Di heyeta CPT’yê de Serokê CPT’yê Alan Mîcchel ê ku ji ber tecrîdar giran a li Abdullah Ocalan ji qada navneteweyî gelek kesayetên girîng û saziyan name jê re şandibûn, pisporên bi navê Nîco Hirsch, Therese Rytter û Juan Carlos de Sîlva Ochoa jî hebûn.
Roja 19’ê Adarê esas hat girtin
Di daxuyaniya ku ji aliyê komîteyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku armanca bingehîn a serdanê ew e ku di çarçoveya xwepêşandanên gel ên di 19’ê Adarê de çêbûn de muameleya polîsan a li dijî kesên hatine binçavkirin, lêkolîn bike. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heyetê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, alîkarê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglu, Mudurê Giştî yê Ceza û Malê Tewqîfê Enîs Yavuz Yildirim, alîkarê mudurê giştî yê Emniyetê Omer Urhal û rayedarên payebilind ên di wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir re hevdîtine kiriye û daneyên ku ketine dest bi rayedaran re parve kirine.
Çûn serdana girtîgehan
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heyetê ligel navendên polîsan ên binçavkirinê yên navendî yên li Stenbolê, serdana Tîpa T a Metrîsê, li Girtîgeha Marmarayê bi hejmarên 1, 2, 3, 4, 5 L’yê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Marmarayê û li Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya bi Hejmar 2 lêkolînan kiriye. CPT’tê herî dawî di sala 2022’yan de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû lê encamên serdana xwe bi raya giştî re parve nekiribû.