Hevseroka YRA’yê: Em ê li dijî dezenformasyonê rastiyê bidomînin

Hevseroka YRA’yê Evîn Îbrahîm bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gelê Şêx Meqsûd, Eşrefiye û rola medyaya azad a li dijî dezenformasyonên medyaya alîgirê hikûmetê. Evîn diyar kir ku ew ê li dijî dezenformasyonê rastiyê bidomînin.

ESMAA MUHAMMED 

Qamişlo – Medyaya Ereb û Sûriyeyî ya girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, dema bûyerên li taxên Kurdan ên Helebê ragihandin, polîtîkayên cudakar û vederkirinê yên ev bi dehan salin li Sûriyeyê didomin, ji nû ve hilberandin û bi gotinên mezhebî û berovajîkirina rastiyan, nûçeyan çêkirin.

Li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê, berxwedaneke dîrokî hate jiyîn. Gel bi hêzên ewlehiya hundirîn re bi rojan li dijî êrîşên Ceyş El-Îslamî Heyat û leşkerên bi pere yên dagirkeriya Tirk "Elmaşat û Hemzat" li ber xwe dan. Van êrîşan, taxên ku piraniya wan Kurd lê dijîn hedef girtin û aliyê dronên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.

Hinek Medyaya Ereb, bi rêya kanalên ku li kolana Ereban bi berfirehî têne zanîn re, piştgirî dan vegotina rêveberiya demkî. Bi vî awayî, zehmetî tenê bi operasyonên leşkerî yên rasterast ve sînordar neman. Di heman demê şerekî medyayî yê rêxistinkirî ku armanc dike êrîşan rewa bike, rastiyan berovajî bike û di nava gel de tirsê belav bike jî hate meşandin.

‘Kampanyayek medyayê ya rêxistinkirî û bipergalî meşandin’

Hevseroka Yekîtiya Azadiya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Îbrahîm, derbarê şerê medyayê ku bi êrîşan re hat meşandin de wiha axivî: "Operasyonên leşkerî yên li dijî van taxan, tenê bi pevçûnên rasterast ve sînordar nema; di heman demê de kampanyayek medyayê ya rêxistinkirî û bipergalî ya di çarçoveya stratejiyek diyar de jî hate meşandin. Armanca sereke ya vê kampanyayê belavkirina dezenformasyonê ya ji bo rewakirina bombebaranên giran û berovajîkirina rastiyên li qadê, kêmkirina nirxa berxwedana gel a di raya giştî ya xwecihî, herêmî û navneteweyî de bû.”

‘Armanca rêveberiya demkî avakirina kaos û nakokiyan bû’

Evîn Îbrahîm, diyar kir ku rêveberiya demkî bi piştgiriya rasterast a hinek kanalên herêmî, li dijî pêkhateyên cûda yên li Sûriyeyê seferberiyek medyayî ya nEvîndî dimeşîne. Evîn Îbrahîm da zanîn ku rêveberiya demkî bi armanca bikaranîna dabeşbûnên dîrokî ya zêdetirî 50 salan, dixwaze cudaxwaziyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike, nakokiyan biçîne û civakan li dijî hev sor bike. Evîn Îbrahîm balkişand ser armanca rêveberiya demkî û got ku xwestiye hawîrdorek kaos û nakokiyên navxweyî biafirîne ku xizmeta berjewendiyên aliyê êrîşkar bike.

‘Stratejiya medyayî ya berfireh ji çend qonaxan pêk hat’

Evîn Îbrahîm, da zanîn ku stratejiya medyayî ya berfireh ji çend qonaxên bi baldarî tên plankirin pêk dihat û wiha got: “Qonaxa yekem hedefgirtina hinek pêkhateyan, dabeşkirina wan wekî ‘bermahiyên rejîmê’ an ‘amûrên serdestiya herêmî’ û bi tawanbarkirina wan a bi terorîzm/serûbinkirinê rewakirina binpêkirinên pêşerojê ye. Qonaxa duyemîn belavkirina îdiaya ‘hêmanên terorîst’ a ji bo rewakirina êrîşên li Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd e. Ev îdia, ji bo veşartina bombebarana giran û êrîşên hovane yên li dijî sivîl û şervanan hat bikaranîn. Ev kiryar bi rêya medyayê mîna ‘tedbîrên pêwîst ên ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiyê’ hatin pêşkêşkirin. Qonaxa dawî jî belavkirina gotinên mîna ‘gel neçar e ku ji herêman derkeve’ ya ji bo belavkirina tirsê ya di nava sivîlan de û veşartina agahdariya bingehîn û rastiya li ser windakirina mirovan bû. Tenê bi destûr dayîna bûyerên duyemîn, têgihîştina giştî hate berovajîkirin."

Berxwedan û hevgirtina li dijî şerê medyayê

Evîn Îbrahîm, diyar kir ku gel û şervan bi biryardarî û berxwedanê li hember vî şerê medyayê yê derûnî yê dijwar derketine û wiha pê de çû: “Gel li herêmên xwe parastina mafên xwe domand û tevî ku rasterast hatin hedefgirtin jî, li ber xwe dan. Di navbera van binpêkirinan de kiryarên hovane yên li dijî şervanên jin, îşkenceya bi cenazeyan û avêtina wan a ji avahiyên bilind heye. Her wiha sivîl jî rastî gelek binpêkirinan hatin. Bi vîdyoyên fermî yên li ser platformên medyayê yên serbixwe hatin belgekirin û weşandin û di medyayê de vegotina ‘hêz vedikişin’ hate pûçkirin.  Berxwedana li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam kir û di vîdyoyan de fermandarê Ziyad Heleb û şervanan digel dorpêçkirin, kêmbûna pêdiviyan û windahiyên giran jî biryardariya xwe ya parastina gel nîşan dan.”

‘Medyaya serbixwe di ragihandina van bûyeran de rolek navendî lîst ‘

Evîn Îbrahîm, bal kişand ser rola platformên medyayê yên ne girêdayî rêveberiya demkî û axaftina xwe wiha domand: “Medyaya serbixwe di ragihandina van bûyeran û eşkerekirina dezenformasyonê de rolek navendî lîst. Hişmendiya raya giştî û raya giştî ya ji xwecihî, herêmî û navneteweyî zêdetir. Yekîtiyê delîlên belgekirî berhev kir û binpêkirinên medyayê ragihand û ji bo seferberiya medyayê û rawestandina tehrîkên ku raya gel hedef digre, bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rojnamevanan kir ku bi lez û bez tedbîran bigirin. Vîzyona Yekîtiyê avakirina medyayek piralî, demokratîk û aştiyane ye û dûrketina ji dezenformasyon û alîgiriya siyasî ye û mîsogerkirina ku medya bibe amûrekî ku civaka sivîl diparêze û piştgiriyê dide aştiyê. Divê medyaya serbixwe bibe dengek ku îradeya gel nîşan dide, binpêkirinan eşkere dike, civaka navneteweyî bi rastiyan ve girê dide û edalet û rastiyê diparêze.”

‘Ragihandina azad xala mîsogerkirina rastî û edaletê ye’

Evîn Îbrahîm, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê mînakek dîrokî ya wêrekî û biryardariyê ye û wiha axivî: “Ev berxwedan peyamek aştî û berxwedanê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dişîne. Ragihandina azad hebûna xwe ya bûyîna xala rastî û edaletê didomîne. Fedakariyên şehîd û birîndaran dê ji bo nifşên pêşerojê bibe îlham û di bîra herêmê de mîna delîlek zindî ya kapasîteya wê ya parastina mafên bingehîn bimîne.”

‘Dengê ragihandina azad dê parastina rastî û edaletê bidomîne’

Evîn Îbrahîm, destnîşan kir ku ji bo parastina rastiyê pêdivî bi destek dayîna ragihandina azad heye û got: “Belgekirina medyayê ya berdewam û şopandina binpêkirinan, xeta yekem a mîsogerkirina pêşigirtina dubare nebûna sûc û binpêkirinan e.”

Hevseroka Yekîtiya Azadiya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Îbrahîm, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dê ji bo hemû gelên Sûriyeyê dersek mayînde be. Dengê ragihandina azad dê parastina rastî û edaletê bidomîne û heta ku ji bo hemû gelê Sûriyeyê pêşerojek demokratîk a berfireh mîsoger bike, dê nesekine."