Hejmara kesên ji ber lehiya li Çinê jiyana xwe ji dest dane bû 47

Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber lehiya başûrê Çinê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 47 kesan.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên li eyaleta Guangdong ku li başûrê Çînê cih digre ji ber barana dijwar rê li ber lehiyê vekir, jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Pisporan hişyar kirin ku herêmên cuda bi bi metirsiya lehiyê re rû bi rû ne. 

Li gorî nûçeya di çapemeniya neteweyî de cih girt, li bajarê Meycou yê eyaleta Guangdong ji ber çemê Songyuen di ser de çû lehî rabû, li navçeya Pingyuen 38 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên di lehiya Meycou de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 47’an. Berê jî hat ragihandin ku li navçeya Meyşian 4, li navçeya Ciaoling 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Barana bi bandor, lehî û hezaza axê li navçeyê bû sedema xisarek mezin ya madî. Hat ragihandin ku ji ber serdeçûna çemê Songyuen bi sedan pir hilweşiyan, rayedaran ragihand ku 365 kîlometre rê xisar dîtiye, gelek hektar qadên çandiniyê di bin avê de mane.

Li eyaleta Fucien û Guicou û herêma xweser ya Guangşi Cuang ya başûrê Çinê hefteya borî rû bi rûyî lehiyê hat. Navenda Neteweyî ya Meteorolojiyê, ji bo Guicou ya başûrê welat, eyaleta Ciangsu ya li rojava û beşa hindir Hinan û Anhui hişyariya barana dijwar û lehiyê kir.