Gulîstan Kiliç Koçyigit kuştina jinan bir rojeva Meclîsê

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît kuştina 10 jinan a di nava 5 rojan de ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî pirs kir.

Navenda Nûçeyan – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît têkildarî kuştina 10 jinan a di nava van 5 rojan de bir rojeva Meclisê.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît pêşniyaznameya bi daxwaza ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mhaînûr Ozdemîr Goktaş bibersivîne, jê re şand. Gulîstan Kiliç Koçyîgît di pêşniyaznameyê de pirs kir ka gelo kuştina 10 jinan a di 5 rojan de ka di rojeva desthilatdariyê de an na.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît gelek pirs ji wezîrê kir û xwest kuştina jinan were ronîkirin û pêşî lê bê girtin.