EMO: Şewat ji xozanê derneketiye

Şaxa Odeya Endezyarên Cereyanê ya Amedê diyar kir ku li herêma şewatê xozan tune ye û li deverên xetên cereyanê derbas dibin jî tu tedbîr nehatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê encamên lêkolîna xwe ya têkildarî şewatên li navçeyên Xana Axpar a Amedê û Şemrexa Mêrdînê eşkere kir. Di lêkolînê de tesbîtên balkêş hatin kirin.

 Tiştên ku di lêkolînê de hatin tesbîtkirin wiha ne:

* Hat dîtin ku cihê şewat lê derketiye cihê çandiniyê bûye û xozan lê tunebû.

* Li gelek nuqteyan di xetên ragihandinê de pêvek hatine tesbîtkirin.

* Hat tesbîtkirin ku sîgortayên OG yên stûnan li şûna xwe nebûn, li cihê wan bi riya gihîneran hatine baypaskirin û ji ber ku cihên girêdayî sist bûn dibe ku rê li ber arîzeyê vekiribe.

* Di gelek stûnan de îzolatorên şikestî hene û dibe ku vê rê li ber arizeyê vekiribe. Ev daneyeke teknîkî ye.

* Di xetên OG’ê de li qadên çandiniyê stûnên dadran hatin dîtin. Ev stûnên daran guncav nîn in.

* Li deverên xetên cereyanê derbas dibin li dijî şewatên îhtîmalî tu tedbîr nehatine girtin. Li bin stûnan giha heye û beton tune ye, gihayê li binê stûnan nehatine dirûtin.

* Hat tesbîtkirin ku dibe gihayê li bin xetên OG’ê rê li ber şewatê vekiribin.

* Hat tesbîtkirin ku îzolator sist hatine girêdan û ev yek ji hêla teknîkî ve guncaw nîn e.

* Şebeke nehatine kontrolkirin û tamîrkirin û xizmeta teknîkî nehatiye kirin.

* Parafudr tune bû, rê li ber çêbûna arkê vedike. (Divê di ser û binên xetan de û di ketina trafoyan de teqez parafudr bê bikaranîn.)”