Çalakgerên Tûnisî: Divê zextên li ser raman û darazê werin rakirin
Di meşa salvegera 15’emîn a şoreşa Tûnisê de hat xwestin ku girtî werin berdan, zextên li ser îfade, raman û darazê werin rakirin. Çalakgeran di meşê de bang kirin ku ji bo şoreş bigihîje serî gel rabe serhildanê.
Tûnis — Di van du mehên dawî de cara pêncan e ku bi dirûşma “Mizgîniya şoreşê û bidawîbûn zulmê, paşvegirtina azadî û mafan” bi beşdariya partiyên siyasî, bi pêşengiya jin û ciwanan li paytext Tûnisê meşên portestoyî tên lidarxistin. Çalakgeran bal kişandin ser sererastkirin û başkirina pêvajoyê.
Di roja 10’ê Çileyê de li Tûnisê cara pêncemîn meş hat lidarxistin. Çalakgerên ku tevlî meşê bûn, dirûşmên; “Kirdeya guherînê tu yî, ne azadî heye, ne jî îfade” û “Rewşa xirab a welat: Zext û zordarî” qîriyan. Çalakgeran diyar kirin ku tekane riya li dijî zext û zulmê xwepêşandana aştiyane ye, xwestin girtiyên siyasî werin berdan, daraz, ji hesabên siyasî dûr be.
Her wiha xwstin ku zulma li ser girtiyên siyasî rabe û diyar kirin ku bi wê yekê dê edalet û azadî pêk were, dewletek ji vederkirin, cudakarî û şîdeta siyasî dûr a ku her kesê bigre nava xwe were avakirin.
‘Em nifşê şoreşê ne’
Yek ji organîzatorên meşê Mewde el-Cemaî, diyar kir ku heta zulum bidome dê şoreş jî berdewam bike û wiha got: “Şoreş bi 17’ê Kanûnê û 14’ê Çileyê bi sînor nema hê jî di dilê hemû Tûnisiyan de ye û tu carî ranewestiya. Dengê ji kolanê bilind dibe îsbata vê yekê ye.”
Mewde El-Cemal got ku weke nifşê şoreşê ew riya xwe didomînin, bal kişand ku ew ê şaşiyên ku ji ber pejirandin û bêdengiya nifşên berê çêbûne dubare nebin û wiha domand: “Em nifşê şoreşê ne. Ji bo em dawî li vê pergalê bînin hatin vê derê. Di tu warî de serkeftin û pêşketin tune ye. Şoreş şoreşa me ye.”
‘Em tu carî zextan napejirînin li dijî polîtîkayên bêdengkirinê derdikevin’
Aktivîsta mafên jinan Canîn et-Telilî jî got: “Em aktivîst û gel daketin kolanan. Li hemberî rewşa ku Tûnis tê de ye em bi hêrs in. Em polîtîkayên ji bo bêdengkirina dengê azad, tacîz, birçîhiştin û serîtewandinê bi tu awayî napejirînin. Em girtina muxalifan şermezar dikin. Hewl didin dengê wan bi biryarnameya bi hejmar 54 bibirin. Di rewşek ku armancên şoreşê namînin û derbe li azadiya ramanê tê xistin de serhildana li dijî van binpêkirinan peywira me ye.”
Canîn Telîlî, bal kişand ku çalakiyên wan bi temamî aştîxwaz in û di bin perdeya tu partiyeke siyasî û rêxistinek de nîn in û got: “Dengê me hêrsa li dijî pergala ku azadî û êşa heyî red dike ye.”
‘Em zordariyê napejirînin ji paşveçûnê re dibêjin na’
Leyla Muhemmed a ku tevlî meşê bibû jî diyar kir ku ji bo rewşa li welat biguherîne tevlî çalakiyê bûye û wiha got: “Ji pêşî li binpêkirinan were girtin divê em helwdanên xwe bikin yek. Ez girêdayî tu partiyeke siyasû û bîrdoziyê nîn im. Ez li dijî zexta ku li ser kesên nêrîna wan cuda ne tê kirin berteka xwe nîşan didim. Fikara min ew e ku em vegerin serdema beriya dîktatoriyê. Bi tu awayî naxwazim em vegerin wan rojên ku devê her kesê girtîbû, gotin sûc û guneh dihat dîtin.”
Vê meşa ku protestoya yekem a sala 2026’an e, berdewamiya meşên sala derbasbûyî ye. Sala par jî ji bo berdana girtiyan, bidawîbûna zulmê û betalkirina zagona bi biryarnameya 54 meş hatibûn lidarxistin. Di çalakiyan de, wêneyek ku nîvê rûyê serokkomarê niha Qeys Seîd û yê berê Zeynel Abidîn Bin Elî li ser bû bi dirûşma “Em ê paranteza şoreşê negirin” hatibû hildan.
Di girtîgehan de muxalifên ku zêdetirî wan bi sûcdariya “li dijî ewlehiya dewletê komplo” tên darizandin hene û li hinek ji wan cezayên girtîgehê ku digihîjin 45 salan hatiye dayîn.
Muxalefeta Tûnisê, piştî tedbîrên derasayî ku serokkomar Qeys Seîd di 25’ê Tîrmeha 2025’an de bi hinceta têkoşîna bi gendeliyê re û rizgarkirina saziyên dewletê girtibûn; serokkomar bi girtina bin kontrolê ya hikumetê û desteserkirina rêveberiyê sûcdar dike.