Divê kujer radestî dadgehên navneteweyî werin kirin

Jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn û bertekên xwe li hemberî erkdarkirina çete Hatim Ebû Şeqra nîşan dan û gotin: "Li şûna ku kujer bên erkdarkirin divê radestî dadgehên navneteweyî werin kirin."

Navenda Nûçeyan – Di 5'ê Gulanê de wezareta parastinê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê çeteyê bi navê Ehmed El-Heyis ku bi navê "Hatim Ebû Şeqra" tê nasîn weke fermandarê firqeya 86'an erkdar kir.

Ev biryar rastî nerazîbûn û redkirinê hat. Serçete Ebû Şeqra destê wî di xwîna Sûriyeyiyan de heye. Sekertera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di sala 2019'an de bi desten wî hat qetilkirin. Di heman demê de wî di sala 2018'an de li zindanên bajarê Helebê bi sedan kes darve kirin.

Hatêm Ebû Şeqra ku navê wî yê rast Ehmed Îhsan Feyad E-Hayis e, yek ji serçeteyên koma Ehrar El-Şerqiyê ye. Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wî di sala 2021'ê de ji ber binpêkirinên wî yên li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xist lîsteya sûcdaran. Li gorî wezareta Xezîneyê Ehrar El-Şerqiyê endamên berê yên DAIŞ'ê tevlî xwe kiriye.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî erkdarkirina kujerê siyasetmedar Hevrîn Xelef bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Îbtîsam El-Husên biryara erkdarkirina Ebû Şeqra ji aliyê rêveberiya demkî ve weke kiryar û binpêkirin bi nav kir û wiha got: "Biryarên bi vê rengî her roj xwe didomînin. Di heman demê de ev biryar edalet û wekheviyê paşguh dikin. Vî çeteyî bi hezaran sûc û komkujî kirine. Erkdarkirina wî di qadên leşkerî de tê wateya rewakirina kiryarên wî û hikumet bi vê biryarê piştevaniya kujeran dike. Kesên ku bi qetilkirina jin û zarokan tên nasîn cihê wan li vê herêmê tune ye. Em vê biryarê red dikin û tu carî qebûl nakin. Divê pêkhate û mezhebên Sûriyeyê li dijî vê biryarê xwedî helwest bin."

'Ev biryar bêrêziya li dijî şervanên jin e'

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Hecîn ê kantona Dêrazor Sefa El-Ehmed da zanîn ku jinên Dêrazorê biryarê bi tundî red dikin û wiha axivî: "Ev biryar bêrêziya li xwîna şervan û têkoşerên jin e. Çawa ewlehî û aramiya herêmê teslîmî kesekî ku destên wî di xwîna siyasetmedara aştî û jiyana hevbeş de heye, bê kirin? Ev tayînkirin nîşaneya xurtkirina çandeke bêcezatiyê û bêrêziyeke eşkare ye. Daxwaza me ew e ku ev biryar bê betalkirin û lêpirsînek dadwer û zelal li ser sûcên li dijî çalakvanan bi taybetî Hevrîn Xelef hatine kirin, bê vekirin."

'Divê sûcdar radestî dadgehên navneteweyî werin kirin'

Ji Koordînasyona jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bajarê Reqayê Edelê Omar nerazîbûna xwe li hemberî tayînkirina kesên ku destên wan di xwîna gel û jinên Sûriyeyê de hene, anî ziman û wiha pê de çû: "Bi erkdarkirina Ebû Şeqra, li Reqa, Tebqa û Dêrazorê niyeta rêveberiya demkî li hemberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû. Ew bi sûcên xwe û gelek komkujiyên ku wî vê dawiyê li peravên Sûriyeyê kirine tê nasîn. Em bang li dadweriya Sûriyeyeyê, civaka navneteweyî dikin ku erkên xwe yên exlaqî li hember gelê Sûriyeyê bi cih bînin û van sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin, wan ji ber tawanên şer ên ku li dijî mirovahiyê û jinan kirine ceza bikin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe ne û riya şehîd Hevrîn Xelef berdewam dikin. Em hemû hewldanên xwe di riya pêkanîna aştiya li Sûriyeyê û avakirina Sûriyeya demokratîk, de dikin."

'Kiryarên rêveberiya demkî ji yên rêjîma Baasê hovtir in'

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Xalîde Botî rejîma berê û rêveberiya demkî berawird kir û kiryarên rejîma demkî wek "Ji kiryarên rejîma Esed hovanetir" bi nav kir. Xalîde Botî bi gotina "Herdu hikûmetan jî li dijî Sûriyeyiyan komkujî pêk anîn. Partiya Baasê hemû tawanên xwe, di nav de kuştin, revandin û îşkence, li zindana Seydnaya kom kirin lê rêveberiya demkî tawanên xwe di zihniyeta xwe ya mezhebî û komkujiyên ku li dijî Elewî û Durzî pêk anîn de kom kirin. Hikumeta ku ji hêla Ehmed El-Şera ê Cîhadîst ve hatiye avakirin, hemû endamên wê kujer in, destên wan bi xwîna Sûriyeyiyan qirêj bûne. Ev rêveberî ji bo civaka Sûriyeyê nayê qebûlkirin û heta peymanên navneteweyî jî bi van modelên birêvebirina welat razî nabin. Bêcezamayîna çeteyan dihêle ku ew bêtir tawanan bikin. Divê danezana destûrî bê guhertin û li gorî berjewendiyên civakê be."