Rejîma Îranê di salekê de 61 jin darve kir
Li gorî rapora HRANA’yê, di nava salekê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 61 jin hatine darvekirin. 130 bûyerên kuştinên jinan hate tomarkirin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan (HRANA) derbarê binpêkirinên salekê yên dijî jinan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, raporek weşand.
Li gorî raporê, ji 21’ê Adara sala 2025’an heta 21’ê Adara 2026’an, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 61 jin hatin darvekirin û cezayê darvekirinê bi ser 13 jinên din jî hatiye sepandin.
Hate gotin di nava vê demê de, zêdetirî 74 bûyerên destdirêjiya zayendî hatine tomarkirin, herwiha 130 bûyerên kuştina jinan jî hatine tomarkirin. Ji bilî vê 187 bûyerên tûndiya malbatê hatine tomarkirin.
Di raporê de hate gotin, 13 jin ji ber nepejirandina serpoşa bi zorê hatine binçavkirin, 4 jin hatine girtin, her wiha dadgeh û wezareta îstixbaratê gazî 11 jinan kiriye. Herwiha 7 jin jî ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ve ketine ber lêpirsînê.