Ji berxwedanê ber bi bîrê ve, ji bîrê ber bi pêşerojê: Qadên Newrozê gotin ‘avabûn’
Nirxandina Abdullah Ocalan a ‘bila teorî bê pratîkkirin’, di Newroza 2026’an de bi bal kişandina ser ‘avakirinê’ bersiv girt. Kombûna berxwedanên berê vegûherî bîrê.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Newroza 2026’an, di atmosferek ku bîra kombûna berxwedanê, ber bi avakirina pêşerojê ve hate pîrozkirin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘bila teorî bê praktîkkirin’, li qadan ne tenê wek diruşmeyek, wek nûbûna dema nû jî derket pêş. Daxwaza azadî, aştî û civaka demokratîk ku bi salan e tê ziman, di vê Newrozê de bi îradeyek şênber a avabûnê re bû yek. Agirê Newrozê yê hatî pêxistin, ji sembolên têkoşîna berê wêdetir, biryardariya avakirina pêvajoyek nû ya civakê jî teyîsî. Ev atmosfera ku di pêşengtiya jinan de bilind bûye, derxist holê ku Newroz ji bîra pêşerojê, veguheriye dema avakirinê.
Ji ber vê, agirê ku di Newroza 2026’an de gûr bûye, ne tenê ya îro, wek dewama mîrasa berxwedana berê jî bilind bû. Ev agir, bi salan e tevî qedexe, komkujî û zextan şopên pêxistina agirê Newrozê di nava kolanan de hildigre. Îro li qadan daxwazên ku wek îradeya ‘avabûnê’ bilind bûne, ji rewşa ji berxwedana duh ku di nava dûmanên lastîkê de mezin bûne, veguherîna bîrê pêştir, ne tiştek din bû.
Berê tê bîra min...di kolanên navbera bajar de, di malên bi hewş de, di hewşê de, esnaf û firoşgehan hemû lastîkên ku di depoyên xwe de veşartine, ji bo Newrozê amade dikirin. Ger em behsa amadekariyek wiha bikin, wê Newrozên qedexe ya salên 1990’a were bîra we...
Her çend bêje ‘qedexeye’ jî, li ser her goşeyekê, agirê Newrozê yê dihat pêxistin, serhildanek nû li serhildana Newrozê zêde dikir. Bêyî bêjin baran, herî, zarok, ciwan, extiyar gel dadiket kolanan, li derdora agirê Newrozê govend digerandin, şopên lastîkên hatine şewitandin, di sûretan de wek nîşaneya rûmeta doza bi maf ya tê dayîn, dihat dîtin.
Ev sal ji komkujiyan re jî bû sehne. Wek tiştên ku li Nisêbên, Şirnex û Cîzîrê hatin jiyîn.
Salên bi komkujî: Pirsgirêkek hebûnê
Di Newroza 1992’an de li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê bi deh hezaran kes rastî êrîşan hatin. Li Şirnexê gel bi inyad kolan neterikandin. Zaroka keç a xwendekara dibistan Amedeyî ya bi navê Bişeng Anik, hate binçavkirin û qetilkirin. Li gorî raporên saziyên mafê mirovan, di Newroza Şirnexê ya 1992’an de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 120 kes birîndar bûn.
Li navçeya Cizîrê, di gel de heman biryardarî hebû. Polîsan destûr neda meşa gel û gelê ku dixwest bimeşe, hat gulebarankirin. Di êrîşê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 60 kes jî birîndar bûn.
Gelê Nisêbînê jî, piştî ku bûyerên li Cizîr û Şirnexê hatin jiyîn bihîst, ji bo protestokirinê xwest bimeşe, dema hat astengkirin, çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî demek kin, panzerên polîsan bi ser gel de hatin ajotin, gule li qerebalixa ku çalakiya rûniştinê kirine barandin. Di bûyerên ku li Nisêbînê hatin jiyîn de 16 kes mirin nêzî 50 kes jî birîndar bûn.
Her çend ne destpêka salên 90’î be jî, Newroza herî dawî hatî pîrozkirin, di bîra min de ye. Newrozên ku polîsên di destê wan de jop heyî, li taxa Baglar, bi pey Kurdan ketibûn, kesên ku li kolanê digirtin, bi lêdanê dianîn ber mirinê... Ev şahidî, dibû sedem ku zarok bêjin ez beşdarî Newroza piştî wê nabim. Lê belê wisa çênebû. Newroza piştî wê, ya piştî wê, sal bi sal her Newroza dihat pîrozkirin, bû kirdeya avakirina yekîtiya neteweyî, nasnameya kurd û têkoşîna Kurdan.
Her çend di nava salan de geşedanên siyasî yên dihat guherîn û bi navê teyîsandina ruhê wê demê hinek cûdahî were nîşandan jî, li qadên Newrozan, hinek sernavên ku derdiketin pêş û salên derbas bûyî nehatî guhertin hebûn: Ji bo Kurdan statu, azadiya Rêbertî û Yekîtiya Kurdan.
Wek daxwaza yekem a Kurdan derket pêş. Ya ku Newroza 2026’an ji yên cûda dikir ev bû; îredeyek bi hêz a azadiya Abdullah Ocalan dixwazin derket pêş.
Û Newroza 2026’an a Amedê...
Amadekarî beriya rojan destpê kir. Dê agirê Newrozê were pêxistin, dûmanên ku ber bi asîmanan ve bilind dibû, dê bibûya navê azadî û aştiyek bi rûmet. Em saetên zû yên sibê dikevin rê, bajar ji bo Newrozê şiyar bûye. Dema em nêzî qadê dibin, dîmena her sal, qad û kolanên ku bi sêncên polîsan hatine girtin. Ev rewş gihandina qada Newrozê zor dike, lê belê gel vê rêya dirêj wê gavê diqedîne, ji ber di dawiyê de vejîn, li derdora agirê Newrozê yê sembola berxwedanê germ bibin, heye.
Di Newroza 2025’a de, bi rasthatina banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, li kêleka kelecanê, şaşmayîn jî ava kiribû. Li qadê wêneyên Abdullah Ocalan, hevalên wî yên girtî û heyeta Îmaraliyê hebû, her çiqas gel di daxwazên xwe de bi biryar bin jî, derbarê pêvajoyê de hinek nediyarî hebû û ev dihat hîskirin.
Vê carê wêneyê mezin ê Abdullah Ocalan bi ber çavan ket. Koma destpêkê hatî qadê, bi vê kelecanê li gel wêneyê Abdullah Ocalan wêne kişand. Ev wêne ne wek bêjin wêneyek e û derbas bibin, vedigere daxwazên şênber ên li qadê bilind dibin û vê carê, cih ji nediyariyê re nîne, ‘Emê Rêberê xwe li vir bibînin?’, wêneyên ku li çar aliyan hatî daliqandin, ne tenê coş, bû sedemê kêliyên hestiyar werin jiyîn.
Ya ku Newroza 2026’an hê bi watetir dike, nameya Abdullah Ocalan bû. Peyama ‘em exlaqek nû ya azadiyê bar bikin’ û nirxandina ‘Êdî divê Newroz bibe praktîkkirin’ xistina meryetê ya nexşeye rêya nû ji bo hemû Kurdan bangek bû.
Herî dawî disa li heman qadê, di pêvajoyek ku derbarê aştiyê de hêvî şîn bûne de, coşa ku di xwendina peyama ku li qada germ a Newrozê de hatî avakirin hê di bîran de ye. Ew nameya ku di sala 2013’an de ji aliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ve hatî xwendin, vê carê Veysî Aktaş ku li gel Abdullah Ocalan maye û Medya Aslan ku bi salan girtî mayî xwend. Nebûna Sirri Sureyya her kêlî dihat hîskirin. Di pêşandana sînevîzyona der barê wî de hatî amadekirin, kêliyên hestiyar hate jiyîn.
Bêyî kes guh bide hişyariyên ku hewa baran e, qada Newrozê tije bû. Peyama Abdullah Ocalan jî li qadê coş gihand lutkeyê. Hema bêje di ti Newrozên ku li Tirkiye û Kurdistanê hatin pîrozkirin de me ev qas poster nedîtin. Bi posterên hatin daliqandin, diruşmeyên dihatin berzkirin, Newroza Abdullah Ocalan jî hate pîrozkirin.
Jinan agirê Newrozê pêxistin
Tevî baranê, bi înat govenda aştî û azadiyê hate gerandin. Ruhê baran û heriya Newroza 2026’an, dişibiya Newrozên salên 9’î. Cilên gelerî yên jinan hemû bûbû herî, kesê guhê xwe neda û govend digerandin.
Û cardin agirê Newrozê ji aliyê jinan ve dihat vêxistin. Hem wê cûda çawa bûya, ma ne ew bû li dijî Dehaqan mil bi milê hev têkoşiyan? Li dijî mêrsalarî, dewlet û hemû hêmanên zextê bedenê xwe kirin mertal, yên ku bûne xwelî û ji xweliya xwe jidayîk bûne... wek Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel.
Gotina Zekiye ‘Agirê Newrozê ne bi daran, bi bedenê mirovan tê pêxistin’, ne tunebûna bedenekê, mizgîniya jidayîkbûnê vedigot. Agirê ku Zekiye pêxistiye, di Newroza yekem a li Sûrên Amedê hatî pîrozkirin de, di destê jinan de meşaleyek bû, ew meşale niha li qada Newroza Amedê, agirê Newrozê gur dike.
Rahşan Demîrel ku zarokek koçberiyê bû, jinek din ku bi bedeno xwe ji bo zextan bû bersiv. Ew bû sembola Newroza 92’an. Rehşan ku notek ku ‘Ez xwe li Kadîfekale dikim Newroz. Divê em bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidin’ hiştî, li Kadîfekaleya Îzmîrê bedenê xwe da ber agir. Ew agir niha, li Newroza Amedê ye. Ew agir dê qet venemire.
“Îro newroz e,
Bi tev, bi doz e
Hewarek danin, me gotin
Rehşan agirê doz e”
Ev gotinên ku li qada Newrozê bilind bûne, tîne ziman ku qehremanên Newrozan jin in. Ji bo jinan her Newroz destpêkek nû ye, wek şiyarbûna biharê. Ne mihrîcan e, ne mitîng e, ji nû ve bibîrxistina nasnameya Newrozê, jiyankirina wê ye.