Li Lubnanê 118 zarok û 79 jin hatine kuştin
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de hatine kuştin gihîşt 1039’an, 2876 kes jî birîndar bûne. Operasyona leşkerî ya Îsraîlê berdewam dike.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora rojane ya ku îro ya ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ve hatiye weşandin, 10 kes mirine û 90 kes jî birîndar bûne. Bi vî awayî, hejmara giştî ya miriyên ji êrîşên Îsraîlê gihîştiye 1039’an û hejmara birîndaran jî 2876 e.
Li gor raporê di nav kesên ku hatine kuştin de 118 zarok û 79 jin hene, di nav birîndaran de jî 380 zarok û 431 jin hene.
Tevî peymana agirbestê ya ku ji Mijdara 2024’an vir ve di meriyetê de ye, hêzên Îsraîlê li taxên başûrê Beyrûtê û deverên li başûr û rojhilatê welêt êrîşên hewayî pêk anîne. Ev yek, digel bombebaranên berdewam ên bi Hizbullahê re, bûye sedema wêrankirina binesaziyê û kûrtirbûna krîzeke mirovî.