Di navbera nan, namûs û awiran de: Çîroka jinên bêkar a li Kirmaşanê
Jinên ku li parêzgeha Kirmaşanê dixebitin, diyar dikin ku mêr bi piranî ji bo têkiliyên xirab dixwazin jinan bigirin kar û gelek ji van di navbera nan û ewlehiyê de hilbijartin dikin.

NESÎM EHMADÎ
Kirmaşan – Li vê herêma ku rêjeya herî bilind a bêkariya di nava jinan de tê jiyîn, qeyrana jinan a dîtina kar û dabînkirina dahatê, mijarek nîqaşê ye. Ev yek bûye pirsgirêka herî mezin a jinên li parêzgehê. Ji ber heta ku di pêvajoya peydakirina kar û xebatê de qanûnên mêran ên serwer hene, li pêşiya jinên li kar digerin astengiyên gelek mezin hene. Li Kirmaşanê derbarê hejmara jinên bêkar de îstatîkek diyar nîne, lê belê daneyên hatine weşandin nîşan didin ku li Kirmaşanê hejmara jinên îstihdama kêm, ji parêzgehên din zêdetir e.
Karên demkurt dibînin
Îstîhdama kêm, tê wateya ku jin li derveyî qadên pisportiya xwe, di karên wekî firoşkar, firoşkariya seyyar, karên demsalî û rojane yên demkî de bixebitin. Jin bi piranî bi caran tenê ji bo demeke kurt di van karan de dixebitin û piştre carek din bêkar dimînin û li karên nû digerin; îstîhdama bi vî awayî, li gor pênaseya navneteweyî wekî kar û dahat nayê hesibandin. Gelo tiştê ku dibe sedem jin berê bidin karên bi vî awayî û tenê demek kurt bixebitin çi ye? Zextên ku di 10 salên dawî de di aboriyê de tên jiyîn, di civakê de kendalek mezin a dahatê ava kiriye.
Di civakê de baweriya mêr dahata malê pêk tîne serdest e
Li gorî aborînasan, civaka Îranê wek dewlemend û xizan bûye du perçe û zextên aborî, ferdên bi dahata navîn ber bi komên dahata kêm ve biriye. Ango niha beşek mezin a civakê di pêkanîna dahata xwe ya rojê de zehmetiyan dijî û lewma pêdiviya kar û dahatê ji her demê zêdetir tê hîskirin. Di civakê de baweriya mêr dahata malê pêk tîne serdest e, lewma ger jin û mêr bi hev re li kar bigerin, destpêkê kar didin mêran. Ji ber vê yekê, jin piranî tenê di karê wekî karmenda firotinê de tên îstîhdamkirin û xwegihandina di van karan de jî rastî zehmetiyên mezin tên.
‘Tenê ji bo têkiliyên xirab li karkerên jin digerin’
Jina ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe yê rast bide û navê Şekufe li xwe kir, tecrubeyên xwe wiha tîne ziman: “Ez demek dirêj di sepana Dîwar de li kar geriyam, lê hemû teklîfên kar bi daxwaza têkilî danînê biencam dibû. Di îlanên dihatin dayîn de “sekreterek ciwan û xweşik” dihat nivîsandin, ev yek nîşan dide ku ji bo têkiliyên xirab li jinan digerin.”
Di civakê de jina serbixwe, jina sûcdar e’
Mêrên ku serweriya mêran diparêzin, di hişmendiya wan de yekane qada jinan mal e. Lewma jinên ku diçin li derfetên kar digerin, wekî ‘xerab’ dibînin. Serxwebûna jinan bi teklîfên têkiliya cinsî û biçûkxistinê lêpirsîn dikin.
Bêdengî destdirêjiyê dubare dike
Tercûbeyên Şekufeyê, ji bo gelek jinên din jî dubare bûye. Îsal li Tehranê bûyerekî sosret ku mêrek tecawîzê 20 jinên ku li kar digeriyan kir, hate jiyîn. Kiryar, bi rêya îlana kar ya di sepana Dîwar de gazî jinan dike û piştre êrîş dike. Çanda ku bi girîngî dayîna namûsa jinan tê destekkirin, bêyî gilîkirinê ji bo van tecawîzan derfetan ava kir. Ev rewş nîşan dide çanda ku li dijî serxwebûn û karkirina jinan e, ji bo êrîşkar mertalek parastinê ye.
‘Jin hertim di pêvajoya lêgerîna kar de rastî tacîzên mêran tên’
Derûnînasa ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe yê rast bide Sara Mahdavî, derbarê destdirêjiyên ku jin li cihên kar û di pêvajoya lêgerîna kar de rûbirû tên de wiha dibêje: “Mêr xwe serwertir dibîne û cihê kar wekî çavkaniyek dahatê dibîne; lewma fikra jina bi heman astê, wî acis dike. Ji ber ku bawer nake jin dikare ji wî bi aqiltir û zîrektir bibe. Lewma hevpîşeya xwe jinê kêmtir dibîne. Ger mêrekî xwedî van fikran be, divê xebatkara xwe ya jin biçûk bixe û teklîfên zayendî li jinê bike. Ji ber ku li gorî van mêran, jin tenê ji bo zarok anîn û têkiliya zayendî hatiye afîrandin. Lewma jin her tim di pêvajoya lêgerîna kar de rastî destdirêjiyên mêran tên.”
Jinên xwedî perwerdeyên bilind neçarî karên paqijiyê tên kirin
Jina bi navê Sabetî ya li Kirmaşanê di saziyekî kar peydakirinê de dixebite, wiha dibêje: “Piraniya xwediyên kar dixwazin destpêkê mêran îstîhdam bikin û jinan tenê ji bo karên paqijiyê digrin kar. Lê yên ku herî zêde serlêdan dikin jin in. Piraniya jinan tevî ku xwedî perwerdeyên bilind ên wekî doktora ne jî, neçar dimînin piranî di karên paqîjiya xanî û şîrketan de dixebitin û ji ber muameleya biçûkxistinê dest bi lêgerîna karek nû dikin.”
Jinan vediguherînin hêza kar a bê mûçe
Jinên li Kirmaşanê, li cihên kar rastî gelek tacîzan tên û bi piranî bêyî ku heqdestê wan bê dayîn ji kar tên derxistin. Ji ber gelek xwediyên kar, jinan bêsîgorta dixebitin û di pêvajoya ceribandinê de neçarî bêmûçe dikin û jinan vediguherînin rewşa hêza kar a bê mûçe.
Leylî Rezayî ya li Kirmaşanê di şîrketek hesabgiriyê de dixebite jî, wiha dibêje: “Ez du mehan bi mûçeyekî sê milyon tûmên wek stajêr xebitîm û girtina min a kar dihat plankirin. Lê patronê min bi hinceta kar nizanim û belgeyan şaş tomar dikim, bêyî ku mûçeya min bide min ji kar derxist. Her wiha diyar kir ku ger ez gilî bikim dê ew jî daxwaza tazmînatê bike. Lewma ez bêdeng mam. Piştre min fêm kir ku ev kes her tim vê hîleyê dike; çend mehan carekî stajiyerek digre kar û piştre bi hincetan bêyî dayîna mûçeyan ji kar derdixe.
Rizgariya girêdanbûna darayî ya mêran, yekane rêya bihêzbûnê ye
Hemû pirsgirêkên jinên li Kirmaşanê ya di rêya lêgerîna kar û karkirinê, çavkaniya ji qanûn û baweriyên serxwebûna jinan sînordar dike digre. Serweriya mêr ji bo serxwebûna aborî jinan gelek pîvanan datîne. Ev pîvan tevî dijminatiya jinan jî nikarin bihêzbûn û hewildanên serxwebûna jinan asteng bikin. Ji ber jin êdî baştir dizanin ku rizgarina girêdanbûna darayî ya mêran, dê jinan hin zêdetir hêztir bike. Mîna ku Simone de Beauvoir gotiye, "Serxwebûna darayî, ji bo bihêzkirina jinan û beşdariya tam a jinan ya ji bo civakê kevirê bingehîn e.”