Di êrîşên Îsraîlê de 50 hezar û 208 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Filistin a li Xeza, hejmara kesên ku ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîl li dijî Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetan de 25 zêde bû û bû 50 hezar û 208 kes.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsrail li dijî Xeza ji 18’ê Adarê ve cardin destpê kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya li Xeza, di nava 24 saetan de 25 mirî û 82 birîndar anîne nexweşxaneyên li Xeza.
Di êrîşên Îsraîlê ji 18’ê Adarê heta niha li dijî Xeza de 855 kesan jiyana xwe ji dest dan, hezar û 869 kes jî birîndar bûn.
Hejmara kesên ku ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîl li dijî Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dane bû 50 hezar û 208 kes, hejmara birîndaran jî bû 113 hezar û 910.