Di êrîşên Îsraîlê de 22 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de herî kêm 22 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan. Wezîrên karên derve yên Îsraîl û Filistînê dê di civîna Ewropayê ya li Brûkselê de, bê ku bi awayekî rasterast hevdu bibînin, beşdar bibin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didome. Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de herî kêm 22 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku tîmên abmûlansan 12 mirî û bi dehan birîndar rakirin nexweşxaneyan. Piraniya êrişan li dijî kon û malên koçberan ên li herêma Mewasî ya rojavayê Xan Yûnis, hatin pêkanîn.

Di encama 3 êrişên hewayî yên li dijî bajarê Xezayê de jî yek jê jin, 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Li bakurê rojavayê bajêr jî di êrişekê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Girêdayî wê, wezîrên karên derve yên Îsraîl û Filistînê dê îro di civîna li Brûkselê de beşdar bibin. Wezareta Karên Derve ya Filistînê da zanîn ku wezîra wê Farsîn Agabkiyan Şahîn û hevpîşeyê wê yê Îsraîlê Gideon Saar bi hev re nacivin.

Wezaretê, diyar kir ku wezîr ê di civînê de balê bikişîne ser şerê li Xezayê, siyasetên birçîkirinê, dorpêçkirina aborî ya li ser hikumeta Filsitînê û koçberkirina bi deh hezaran sivîl.

Çaverê ye ku wezîra Filistînê bi berpirsa siyasetên derve yên Yekitiya Ewropayê Kaja Kallas û hin wezîrên karên derve yên Ewropayê re bicive û ji wan daxwaza rawestandina sûcan û misogerkirina mafên Filistîniyan bike.