Di êrişa çeteyên dewleta Tirk li ser Minbicê 4 jê zarok 6 kes birîndar bûn

Di êrişa artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Minbicê de 4 jê zarok, 6 sivîl birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Îro berbangê komek çeteyên dewleta Tirk hewl dan bikevin gundê Ereb Hesen û 2 komên din ên çeteyan hewl da bikevin gundê Mehsenlî û 2 koman jî xwest bikevin gundê Cerad ên Minbicê. Hewldanên çeteyan ên ketina van gundan, ji saet 01.30’an heta saet 04.30’an berdewam kir.

Hemwextî hewldanê artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran qadên niştecihbûnê topbaran kirin û balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersîva hewldanên çeteyan da û şerekî dijwar rû da. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Çeteyên din jî neçar man birevin.

Ji heman malbatê 4 zarok birîndar bûn

Piştî têkçûna hewldana çeteyan, artêşa dewleta Tirk  bi obîsan gundên Um Cilûd û Ewn Dadat ketober topbaran kirin. Di encamê de ji malbatekê 4 zarok, bi giştî 6 kes birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin ên madî li malên welatiyan bûn.

Navên birîndaran wiha ne; Eyhem Elûme (7), Nadir Elûme (6), Rîm Elûme (4), Cinad Elûme (3), Şaha Elî (28) û Şemsa El Reşad (60).

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandibû ku çeteyan bi zêdetirî 115 guleyên obîs û hewanan gundên Minbicê yên topbaran kirine.