Di erdheja Efganistanê de 27 kes jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên di erdheja bi pileya 6.3 li bakurê Efganistanê de jiyana xwe ji dest dan bû 27 û 956 kes jî birîndar bûn. Hate ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne.
Navenda Nûçeyan – Hate ragihandin ku navenda erdhejê bajarê Hulmê ya ku di navbera parêzgehên Balkh û Samangan ên Efganistanê de ye. Berdevkê Wezaretê Şarafat Zaman, daxuyand ku di erdhejê de 27 kes jiyana xwe ji dest dane û 956 kes jî birîndar bûne, ji birîndaran beşek biçûk rewşa giran e.
Ji ber erdhejê gelek xaniyên li herêmê hilweşiyan û xetên elektrîkê zirar dîtin. Şîrketa Elektrîkê ya Neteweyî ragihand ku xebatên tamîrkirina elektrîkê didomin.
Efganistan welatekî ku gelek caran erdhej lê diqewime. Di dawiya meha Tebaxê de li rojhilatê Efganistanê erdhejeke din çêbû. Di erghejê de zêdetirî 2 hezar û 200 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 4 hezar kes jî birîndar bûn.
Pisporan, dibêjin ku ji ber li ser plakayên Avrasya û Hindistanê yên herêma rêzeçiyayên Hindîkuşê ye xetereya sîsmîk li ser wê zêde ye.