Di cenazeyên Filistîniyan de şopên îşkenceyê
Di 30 cenazeyên Filistîniyên ji aliyê Îsraîlê ve hatin radestkirin de, şopên îşkenceyê hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku di çarçoveya peymana agirbest û pevguhertina girtiyan de ji Îsraîlê cenazeyên 30 rehîneyên din ên Filistînî hatine wergirtin û di cenazeyan de şopên derb û îşkenceyê hatiye dîtin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Telegramê ya wezaretê hate weşandin de, hate ragihandin ku bi navbeynkariya Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ji Îsraîlê cenazeya 30 Filistîniyan hatiye wergirtin û anîne Xezayê.
Hate ragihandin ku bi vê yekê hejmara cenazeyên rehîneyên Filistînî yên di çarçoveya peymana agirbest û pevguhertina girtiyan de ji Îsraîlê hatine wergirtin bû 195.
Tenê 57 cenaze hatin teşhîs kirin
Hate diyar kirin ku heta niha tenê 57 cenazeyên ji Îsraîlê hatine wergirtin, ji aliyê xizmên wan ve hatiye teşhîs kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 54 cenazeyên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin, li Zîvala Xezayê hatine veşartin.