Bêrîtan Hêvî li Hesekê hat bibîr anîn: Îlhamê da me

Jinan li bajarê Hesekê şoreşger û pêşenga têkoşîna azadiya jinan Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di 33’yemîn salvegera wê de bi bîr anîn û gotin ku têkoşîna Bêrîtan a îlhamê daye wan, riya wan ronî dike.

Hesekê – Di 33’yemîn salvegera şehadeta wê de şoreşger û pêşenga tevgera azadiya jinan Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) hat bibîranîn. Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Hesekê li navenda Tevgera Civaka Demokratîk, bi armanca bibîranîna Bêrîtan Hêvî semînerek da.

Semînerê bi amadebûna endamên yekîneyên TEV-DEM’ê, bi kêliyek bêdengiyê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre, rêvebera Meclîsa Jinan a TEV-DEM'ê Cîhan Abdo ve li ser şehîd Bêrîtan axivî û wiha got: "Şehîd Gulnaz Karataş ku bi nasnav Bêrîtan tê nasîn, di sala 1971'ê de li Solexaya Çewlikê, bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Wê ji beşa Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye û bi kesayetiya xwe ya serhildêr û xwedî hişmendî, ji huner û helbestê hez dikir û bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan dihat nasîn."

‘Bêrîtan ji bo jinên li Kurdistan û çar aliyên cîhanê bû îlham’

Cîhan Abdo tekez kir ku şehîd Bêrîtan bi berxwedana xwe bû mînakek ji riya jinên azad û stûna bingehîn a seferberiya jinan li lûtkeyên bilind ên çiyayên Kurdistanê. Cîhan wiha domand: "33 sal di ser şehadeta şehîd Bêrîtan re derbas bûn. Wê gotinên; ‘Jina şer bike azad dibe, azad bibe xweşik dibe’ veguherand rastiyê û di jiyana xwe, partiya xwe û şehadeta xwe de kir rastiyek. Bêrîtanê îlham da bi hezaran jinan li Kurdistan û çar aliyên cîhanê.Tekoşîna jinan a di Şoreşa Rojava de bingeha wê û îlhama xwe ji ked û tekoşîna çehîd Bêrîtan digre."

Semîner bi pêşkêşkirina sînevîzyona li ser jiyana şehîd Bêrîtan bi dawî bû.