Bûyerên xwekuştinê li Mûsil û Şengalê zêde bûn
Li gorî daneyên Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê 84 kesên ku 18 ji wan Êzîdî bûn, li Mûsilê ber bi xwekuştinê ve hatine kişandin.

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna mirinên gumanbar li Mûsil û Şingalê balkêş e. Li gor raporek 9 mehî ya Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê, hejmara kesên ku di navbera Çile û Îlona 2025’an de li Mûsilê tê angaştin ku xwe kuştine, 40 jin û 44 mêr bi tevahî 84 e. Ji xwekuştinên Êzîdî, 8 jin û 10 mêr bûne. Di raporê de nehatiye diyarkirin ka xwekuştinên Êzîdî ji herêmek din a Mûsilê ne an ji Şengalê ne.
Li gorî agahiyên ku ji hêla Komîsyona Lêkolînê ya Ewlekariya Giştî ya Êzîdxanê ve bi Rojnews re hatine parvekirin, di 9 mehên pêşîn ên 2025’an de 16 ciwanan, 10 mêr û 6 jinan, li Şengalê xwe kuştine. Piraniya mezin a van ciwanan, di navbera 17 û 25 salî de bûne, di nav wan de ciwanek 16 salî jî hebûye.
Her çiqas rapora Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê daneyên berfireh li ser sedemên xwekuştinê nade jî, li gorî daneyên Ewlekariya Giştî ya Êzidxanê, zextên civakî, pirsgirêkên psîkolojîk û bandorên neyînî yên medyaya dîjîtal di nav sedemên sereke yên xwekuştinê de ne.