Îlham Ehmed: Ger Tirkiye durist be Rêveberiya Xweser ji bo diyalogên pê re vekirî ye

Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed, di civîna Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Reqayê hat lidarxistin de got: “Ger Tirkiye di pêkanîna aştiyê de durist be, Rêveberiya Xweser ji bo diyalogên pê re vekirî ye.”

Reqa – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê di çarçoveya pêngava "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" de ku 12’ê Cotmehê dabû destpêkirin, civîneke berfireh ji jinan re li dar xist.

Civîn, bi beşdariya nûnên komîteyên jinan ên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Kombenda Efrînê ya Civakî û nûnerên partiyên siyasî li Hola Werzîşê ya stadyuma bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Di civînê de Hevseroka Komîteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed rewşa siyasî nirxand.

Îlham Ehmed, anî ziman ku Sûriye di dîroka xwe ya siyasî û civakî de di pêvajoyeke girîng re derbas dibe, divê mafên tevahî pêkhateyên neteweyî û olî werin mîsogerkirin û çareseriyeke siyasî ya demokratîk were dîtin ku nenavendîbûnê, edaleta civakî û wekheviyê pêk bîne.

‘Nenavendîtî tê wateya temsîla adilana ya jinan’

Îlham Ehmed, destnîşan kir ku nenavendîtî projeyeke parçebûnê nîn e, mîna ku hinek îdia dikin, lê projeya yekbûyîna hêzan û mîsogerkirina nûnertiya adilane ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye. Her wiha da zanîn ku ezmûnên cîhanê îsbat dikin ku pergalên federal û konfederal û nenavnedîtî rêya pêkanîna pêşketin û îstîqrara siyasî û aborî ye.

Îlham Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku nenavendîtî tê wateya temsîla adilana ya jinan di navendên biryardanê de, parvekirina serwetan bi awayekî adilane li parêzgehan û pêşxistina aboriyê, parastina pirrengiya çandî ya pêkhateyan.

‘Em jin dê têkoşîna xwe bidomînin’

Îlham Ehmed, balkişand li ser pirsgirêkên li dijî jinan û şerê taybet ê li hemberî wan tê meşandin û got: "Bi rêya medyaya dîjîtal şerekî derûnî li hember jinan dimeşînin da ku îradeya wan têk bibin û destkeftiyên wan biçûk bixin. Êrişên li ser rûmeta jinan û malbatên wan karekî derexlaqî ye. Armanc jê, meşa azadiyê ya jinan bidin sekinandin. Lê em jin dê têkoşîna xwe bidomînin û bi zanebûn û israreke mezin li hemberî van êrişan rabin.”

Îlham Ehmed, di dewawa nirxandinên xwe de behsa dan û standinên di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de kir û diyar kir ku dan û standinên di atmosfereke erênî de derbas dibin û got: "Armanc em bigihêjin lihevkirinên rasteqîn li ser siberoja Sûriyeyê û saziyên rêveberî û leşkerî ku beşdariya rasteqîn a hemû pêkhateyên mîsoger bike.”

‘Divê temsîla Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saziyên hikumetê de rasterast be’

Îlham Ehmed, îşaret pê kir u entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav artêşa Sûriyeyê de wek gaveke yekem ber bi avakirina artêşeke neteweyî ya yekgirtî ve ye ku hemû sûriyeyiyan bê cudahî diparêze û got divê temsîla Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saziyên hikumetê de rasterast be.

‘Îstîqrara Sûriyeyê tê wateya îstîqrara Tirkiye û tevahiya herêmê’

Îlham Ehmed, balkişand li ser pirsgirêka koçber û penaberan jî û da zanîn ku divê vegera koçber û penaberan bi garantiyên ewle be ku jiyan û milkên wan biparêze. Her wiha dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê û siyasetên tirkkirinê şermezar kirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve, eşkera kir ku ger Tirkiye di niyeta xwe ya pêkanîna aştiyê de durist be, Rêveberiya Xweser ji diyalogên pê re vekirî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em teqez dikin ku îstîqrara Sûriyeyê tê wateya îstîqrara Tirkiye û tevahiya herêmê. Em dixwazin têkiliyên me bi welatên derdorê re li ser esasê aştiyê bin, ne li ser esasê dagirkerî yan dûrxistinê bin."

‘Jin di avakirina aştî û siberojeke baştir de bi israr in’

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de got sîstema navendî ya ku hikumeta veguhêz li ser wê israr dike, pêşketinê asteng dike û pirsgirêkên aborî di navbera parêzgehan de derxe. Îlham Ehmed, bang kir ku divê raye werin parvekirin û roleke mezin bidin rêveberiyên xwecih di dayîna biryaran û peydakirina xizmetan û dabînkirina derfetên kar de.

Her wiha Îlham Ehmed got Rêveberiya Xweser, Sûriyeyeke demorkatîk, nenavendî û pirreng dixwaze ku ku mafên jinan û hemû neteweyan tê de werin parastin û wiha bi dawî kir: "Em di wê baweriyê de ne ku aştî û edalet rêya bidawîkrina êşên sûriyeyiyan, bi taybetî yên jinan e, ji ber ku yên herî zêde ji ber şeran mexdûr bûn, jin in. Tevî vê yekê jin di avakirina aştî û siberojeke baştir ji bo tevahiya Sûriyeyê de, bi israr in."