Dengê xwendekaran ji bo pêşeroja Zanîngeha Rojava bilind dibe

Di berdewamiya nerazîbûnên li dijî biryarên derbarê pêşeroja Zanîngeha Rojava de, xwendekaran bal kişand li ser girîngiya parastina taybetmendiya zanîngehê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û guhdariya daxwazên wan.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di çarçoveya guhertinên ku di pergalên perwerde û xwendina bilind de tên kirin, pêşeroja Zanîngeha Rojava û mafê xwendekaran yê perwerdehiya bi zimanê dayikê bûye mijara nîqaş û nerazîbûnê.

Di 27’ê Tebaxa 2026’an de, biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî ji bo sê dersan di hefteyê de, bertekên akademîk û perwerdehiyê li pey xwe anî. Rêveberiya Zanîngeha Rojava ev biryar wekî gaveke paşveçûnê nirxand û diyar kir ku ev yek dikare bandorê li ser asta zanistî, têgihiştin û pêşketina xwendekarên ku bi zimanê Kurdî perwerde bûne bike. Her wiha bang li Wezareta Perwerdeyê kir ku modela perwerdehiya du zimanî were pejirandin.

Di 18’ê Cotmeha 2026’an de, Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê biryara jimare 19’an derbarê yekbûna Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Firatê re ragihand. Li gorî biryarê, zanîngeh dê di bin çarçoveya pergala xwendina bilind a Sûriyeyê de bê xistin û gelek ji fakulte û beşên wê dê bên girêdan bi zanîngehên din re.

Ev biryar xema xwendekar û mamosteyan zêde kir; ji ber ku ji bo wan, mijar ne tenê guhertina navê zanîngehê an rêveberiya wê bû, lê parastina zimanê Kurdî, mafên akademîk, nasnameya zanîngehê û pêşeroja xwendekarên ku bi vî zimanî dixwînin jî di nav de bûn.

Di destpêka Mijdarê de, Encûmena Zanîngeha Rojava daxuyaniyek weşand û redkirina xwe ya biryara yekbûnê anî ziman. Her wiha xwest ku taybetmendiya Kurdî, serbixwebûna akademîk û hemû beşên zanîngehê bên parastin.

Di 16’ê Mijdarê de, li kampusa zanîngehê li bajarê Qamişloyê, piştî serdana heyetekê ya hikûmetê û danûstandinên derbarê pêvajoya yekbûnê de, xwendekaran çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin. Ew daxwaza parastina serxwebûna zanîngehê, domandina perwerdehiya bi zimanê Kurdî û nasîna mafên xwe yên akademîk kirin.

Li gorî daxuyaniyên zanîngehê û xwendekaran, piştî ku daxwazên wan nehatin guhdarkirin, hêzên ewlehiyê gazên hêsanê bikar anîn û hejmarek ji xwendekaran birîndar bûn. Ev bûyer bertekên berfireh li pey xwe anî.

Di heman rojê de, Komîteya Yekbûnê pênc xalên derbarê pêşeroja fakulteyan, qebûlkirina xwendekaran û zimanê perwerdeyê ragihand. Li gorî wê, xwendekarên ku berê di fakulteyên bi zimanê Kurdî de hatine tomar kirin, dê heta mezûnbûnê bi Kurdî bixwînin, ji bilî Fakulteya Bijîşkiyê. Lê hinek fakulte dê ji bo xwendekarên nû neyên qebûlkirin û qebûlkirina xwendekaran dê bi pergala wezaretê ve were girêdan.

Pêşketinên dawî careke din nîşan didin ku mijara Zanîngeha Rojava ne tenê mijareke rêveberî ye; ew bi mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, parastina nasnameya akademîk û pêşeroja nifşên nû ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, daxwaza sereke ya xwendekaran ew e ku her pêvajoyeke yekbûnê li ser bingeha diyalogê, lihevkirinê û garantiyên eşkere yên mafên wan were avakirin.

Têkildarî rewşa ku duh li Zanîngeha Rojava qewimî, xwendekarên zanîngehê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Êva Sifûk xwendekara Beşa Zanista Siyasî ya Zanîngeha Rojava, derbarê rewşa ku duh li zanîngehê qewimî de wiha got: “Duh xwendekaran xwestin nameyekê pêşkêşî şandeya ku serdana zanîngehê kiribû bikin, da ku daxwaz û nîrînên xwe derbarê rakirina gelek beşên zanîngehê de ragihînin û bipirsin ka li ser bingeha kîjan biryarê ev beş dê werin rakirin. Lê mixabin, şandeyê tu guh neda daxwaz û pirsên xwendekaran û derfet neda wan ku dengê xwe bigihînin.”

Em dixwazin taybetmendiya zanîngeha xwe biparêzin

Êva Sifûk bal kişand li ser armanca serdana şandeyê û wiha pê de çû: “Armanca sereke ya serdana şandeyê ew bû ku Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Firatê re bê entegrekirin. Ev yek ji aliyê xwendekaran ve nayê qebûlkirin, ji ber ku em wekî xwendekar dixwazin taybetmendiya zanîngeha xwe û mafê xwe yê perwerdehiyê biparêzin. Her wiha divê di biryarên ku rasterast bandorê li pêşeroja xwendekaran û zanîngehê dikin de, deng û daxwazên xwendekaran bên guhdarkirin û li ber çavan bên girtin.”

Daxwaza me ew bû ku şande ji nêz ve rewşa me bidîta

Sîlva Silêman xwendekara Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava, derbarê daxwazên xwendekaran û biryarên ku di derbarê pêşeroja zanîngehê de tên girtin wiha anî ziman: “Ji bo parastina zanîngehê û zimanê Kurdî, bi hezaran şehîd hatine dayîn. Em tu carî nahêlin ku ev destkeftiyên bi xwîn û fedakariyê hatine bidestxistin, bi îmzeyekê werin guhertin an jî zanîngeh bê girtin. Daxwaza me ew bû ku şande ji nêz ve rewşa me bidîta, bi me re rûniştiba û guh li daxwaz û nêrînên xwendekaran bigirtiba.”

Em ê wekî xwendekar parastina taybetmendiya zanîngeha xwe bidomînin

Sîlva Silêman destnîşan kir ku biryarên bêyî şêwir û guhdariya xwendekaran tên girtin, mafên wan binpê dikin û berdewam kir: “Biryara ku dixwazin li ser me ferz bikin, mafê zanîngehê û yê xwendekaran binpê dike. Em wekî xwendekar mafê xwe dibînin ku li ser pêşeroja zanîngeha xwe biryarê bidin û parastina taybetmendiya wê bidomînin.”