'Demokrasî li Sûriyeyê bi beşdariya jinan a siyasetê gengaz e'
Endamên Partiya Sûriyeya Pêşeroj di salvegera heftemîn a partiyê de diyar kirin ku demokrasî li Sûriyeyê bi beşdariya jinan a siyasî re gengaz e û gotin: "Em ê Sûriyeya demokratîk û ne navendî ava bikin."

Reqa – Di bin dirûşma "Bi yekitî û hevgirtina Sûriyeyiyan em ê aştî û demokrasiyê pêk bînin" Partiya Sûriyeya Pêşerojê salvegera xwe ya 7'emîn bi şahiyek pîroz kir.
'Em ê Sûriyeya demokratîk ne navendî ava bikin'
Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko armanca avakirina partiyê û kêşeyên ku dîtine anî ziman û got: "Damezirandina partiyê weke hewcedariyek lezgîn ji bo rêxistinkirina Sûriyeyiyan û yekgirtina wan bû. Ji aliyê rejîma Baasê ya berê ve rastî gelek kêşe û siyasetên îmhakirinê hat. Me gelek ked da ji bo em xebatên partiyê di nava Sûriyeyê de belav bikin û heta îro xebatên belavkirina prensîbên partiyê didomînin. Armanca me avakirina Sûriyeya demokratîk, piralî ne navendî ye. Jinên Rojava rolek mezin di avakirina civakê de lîstin. Ji ber vê pêwîst e ew niha rola xwe di cihên biryardayînê de jî aktîf bikin. Mixabin kujerên têkoşer Hevrîn Xelef di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de cih digre, em vê tu carî qebûl nakin. Divê ew bê cezakirin."
'Xeyala gelên Sûriyeyê azadî û rizgariya ji neheqiyê bû'
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşeroj Xedîca El-Ceraf bal kişand ser pêvajoya ku niha Sûriye tê de derbas dibe û wiha axivî: "Qonaxa rûxandina rejîma Baasê pêngaveke dîrokî ye di rastiya gelên Sûriyeyê de ku xeyala wan azadî û rizgariya ji neheqiyê bû. Lê ev xeyal piştî qewimandina bûyer û komkujiyên li herêmên peravê pêk hatine, hatin guhertin. Divê em yekbûna xwe li dijî hemû cureyên cudekariyê xurtir bikin. Tevî destkeftiyên heyî jî em ê rastî gelek kêşe û zehmetiyan bên bi taybetî di vê pêvajoya hesas de. Demokratîkbûn wê bi beşdariya jinan di qadên siyasî de pêk were."