Dema dem û demsal diguhere: Helawe-Melawe
Merasîma Helawe-Melawe ya ku nêzî Newrozê wek cejnek tê pîrozkirin, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê zarokan ve tê berdewamkirin.

ŞEBNEM RAHÎMZADE
Bokan – Helawe-Melawe, kevneşopiyek kevn a di nav Kurdan de ji nifşek derbasî nifşa din dibe ye. Ev merasîma ku ji aliyê zarokan ve bi kêf û coş tê pîrozkirin, gelek kevn e. Ev kevneşopî dighê bingeha çanda Kurdan a Newrozê û kevneşopiyên gelê Kurd. Bi taybetî jin di aliyê parastina vê kevneşopiyê de rolek girîng dilîzin. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê beriya Newrozê li gelek deveran tê pîrozkirin. Derbarê koka vê kevneşopiyê de agahiyên sedîsed tunene. Lê dîsa jî vegotinên ji berê gihîştine roja me, nîşan didin ku ev kevneşopî ji demên berê de di nav gelê Kurd de hatiye parastin û ji nifşek derbasî nifşê din hatiye kirin.
‘Kêfxweşî û piştevaniyê nîşan dide’
Hinek lêkolînvan dibêjin ku merasîma Helawe-Melawe xwe dispêre mîhrîcanên kevin ên ku dema li xwezayê dem û demsal guherîne hatine lidarxistin. Hinek jî dibêjin ku ev zêdetir di aliyê civakî û merasîmî de di nav demê de teşeyên cuda cuda girtiye. Lê tiştek teqez heye, Helawe-Melawe di çanda gelê Kurd de kêfxweşî û piştevaniyê nîşan dide û xwedî cîhek girîng e.
Nêzî Newrozê tê pîrozkirin
Merasîma Helawe-Melawe, piştî ku di rojên dawî yên salê (li gor salnameya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn sal, bi Newrozê re destpê dike), kom dibin û cilên rengîn li xwe dikin, li kuçe û kolanan digerin. Di destên wan de tûrikên biçûk hene. Zarok stranên kevneşopiyî û maniyan dibêjin, derî bi derî digerin, ji cîranan an jî mezinên li malê, diyarî û xwarinan dixwazin. Ev manî bi pirani li ser daxwaza bereket û tenduristiya ji bo xwediyên malê, ji aliyê zarokan ve tên çêkirin. Piştî ku stran tên gotin, xwediyên malê zarokan digirin hundir, şekir, çerez, hêk, loqim, çîkolata û carna jî hinek pere didin wan. Zarok piştî ku diyariyên xwe digirin, diçin mala di dorê de.
Tenê rojek nayê pîrozkirin
Li hinek herêman ev merasîm bi rojek diyarkirî sînordar namîne. Serê sibehê zarok, piştî nîvro jinên ciwan û êvarê jî mêr li malan digerin û xercelixa cejnê distînin. Pîrika bi navê Gelawêj C., derbarê vê merasîmê de wiha dibêje: “Berê, dîwar nizimtir bûn. Mirovan an sîtil an jî qûşaxek davêtin aliyê din ê dîwar û xwediyê/a malê ev tişt tijî îkram dikirin. Di demên berê de zêdetir şîranî û hêk dihat dayîn û merasîm çend rojan berdewam dikir.”
Dişibe Cejna Pîresêran a Ewropayê
Helawe-Melawe, bi gelek aliyên xwe dişibe kevneşopiya“Çek-Çeko” ya li hinek deverên Îranê, rîtuela “Hejandina Kevçî” ya Çarşema Sor, heta dişibe Cejna Pîresêran a di çanda welatên Rojava jî. Di hemû van kevneşopiyan de zarok kom bi kom digerin, stranan dibêjin, beramberî vê yekê jî diyarî û xwarinan digirin. Lê ferqa herî mezin a Helawe-Melawe, têkiliya wê ya kûr a bi çanda Kurd û baweriyên wê re ye. Rîtuela Hejandina Kevçî zêdetir xwedî wateyek merasîmî ye û têkiliya wê bi efsaneyên Ewropayê yên wekî Cejna Pîresêran re, heye. Lê belê Helawe-Melawe piştevaniya civakî, dilnermî û parvekirinê derdixe pêş.
Ji bo lihevanîna malbatan jî derfetek e
Berê ev merasîm, ji bo ku xeyda di navbera malbatan de ji holê bê rakirin jî, derfetek bû. Malbatên ku dilê hev şikandine, zarokên xwe dişandin malên hev, van zarokan bi rûkenî pêşwazî dikirin, xeydandinên xwe diqedandin. Piştî ku şertên jiyana nûjen guherîn û bajarîbûn zêde bû, awayê pîrozkirina kevneşopiyên mîna Helawe-Melawe jî guherîn. Berê li kuçe û kolanên xwelî yên gundan dengê stranên zarokan olan dida, lê îro li bajarên mezin ev rîtuel her ku çûye kêm bûye. Lê belê li çend gund û bajarokên li Rojhilatê Kurdistanê hê jî tê domandin. Bi taybetî jî jin, ji bo ku ev merasîm bighên nifşên pêş me, hewl didin. Aktîvîstên çandê dibêjin ku pêwîst e ev kevneşopî li dibistanan û navendên çandê ji nû ve bên zindîkirin. Li hinek deveran her çiqas Helawe-Melawe kêm bûye jî, zarok hê jî hinek şevan dadikevin kuçeyan, stranên kevn dibêjin û çanda dapîr û bapîrên xwe zindî dihêlin.
Landikek zarokan a li ser Helawe-Melawe ku ji herêma Mukriyan e, ji berê de tê gotin. Ev landik di Zarok Tv de bi rêya anîmasyonê ji hemû zarokên Kurdan re tê pêşkêşkirin da ku zarok bizanibin di çanda Kurdan de kevneşopiyek wiha heye.