Delal EL-Haşimî: Ziman hêmanek bingehîn e

Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal EL-Haşimî destnîşan kir ku ziman ji bo miletek her tişt e û banga parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kir. Delal El Haşimî got ku “Ziman hêmanek bingehîn e.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Her sal di 21`ê Sibatê de, cîhan Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî pîroz dike. Armanc dike ku girîngiya parastina zimanên dayîkê wek beşek girîng a nasnameya çandî û ragihandina civakî bipêş bixe. Ev roj di sala 1999`an de, ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hate pejirandin da ku rola girîng a zimanê dayîkê di pêşkeftina civakan de nîşan bide û wan ji tunebûnê biparêze.
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal EL-Haşimî têkildarî girîngiya zimanê dayîkê ji ajansa me re axivî.
Delal EL-Haşimî di despêka axaftinên xwe de Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Di sala 1952`yan de, li Bangladeşê hinek xwendekaran doza mafê fêrbûna bi zimanê xwe kirin. Ji ber vê yekê şer derket û hinek zarok hatin qetilkirin. Ew bûyer heta sala 1999`an di Neteweyên Yekbûyî de hate nîqaşkirin û di sala 2000`an de wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê hat ragihandin. Ev roj, ji bo hemû gelên ku ji ziman, çand û nasnameya xwe dûr ketine, roja girîng e.”

‘Dema ku ez bi zimanê xwe biaxivim, diyar dibe ku ez çi kes im’

Delal EL-Haşimî da zanîn ku ziman hêmanek bingehîn e û wiha berdewam kir: “Em wekî gelê Kurd, bi hezaran salan zimanê me hatibû qedexekirin. Em wekî Kurd dema ku dibêjin zimanê Kurdî, tê wateya nasnameya me. Dema ku ez bi zimanê xwe biaxivim, diyar dibe ku ez çi kes im. Ziman hêmanekî bingehîn e, ku her mirovek û netewek pêwîst e ku bi zimanê xwe fêr bibe, biaxive û bi zimanê xwe çand û kevneşopiya xwe nas bike.”

‘Her çar dewletan dixwestin ku Kurdan tune bikin’

Delal EL-Haşimî diyar kir ku dewletên desthilatdar dixwestin ku bi rêya ziman Kurdan qir bikin û wiha pê de çû: “Mixabin welatê me Kurdistan, bi Lozanê û Sykes Pîcot di nav çar dewletên desthilatdar de hate perçekirin. Em wekî Kurd ji ziman, çand û nasnameya xwe dûr ketin. Ji ber ku van her çar dewletan dixwestin ku Kurdan tune bikin, bi riya ziman dixwestin ku Kurdan qir bikin. Her dewletek vê daxwaza xwe bi rê û rêbazek dimeşand. Em jî wekî gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê di bin zilma Rêjîma Baasê de bûn. Rejîmê bi rê û rêbazekî ku nedihişt di hundirê dibistanan de, em bi zimanê xwe bi axivin. Em li malên xwe bi zimanê dayîkê fêr dibûn, ew Dayîka ku Perwerdeya Yekemîn dide wê zarokê, em ji nav destê perwerdeya Dayîka xwe, dema ku em derbasî dibistanên Rêjîma Baas dibûn, êdî ewqas ferq û cûdahî ji me re çêdibû, ji ber ku mamosteyên wan bi zimanekî dinê û bi rê û rêbazekî dinê bi me re di axivîn.”

‘Me bi zimanê xwe xwend û nivîsand’

Delal EL-Haşimî destnîşan kir ku gelek hewl dane ku her kes bi zimanê xwe biaxive û wiha pê de çû: “Bi Şoreşa 19`Tîrmehê re, bi hatina rojên nû li Rojavayê Kurdistanê, bi despêka Şoreşê re, Zimanê Kurdî hêdî hêdî gavên xwe avêtin. Me wekî Kurd xwe nas kir. Em wekî tiyekî ku bi hezarên salan bê av maye û dixwaze ku avê vexwe, eynî bi vî rengî em wekî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî li me hatibû. Her kesî xwe da ser ziman û xwe fêr kirin. Me bi zimanê xwe xwend û nivîsand. Me bi dil û can kar û xebatên ziman pêk dianîn, wekî berpirsyarê vî karî, me xwest ku ziman bipêş bikeve û her kes bi zimanê xwe  biaxive.”
‘Ew xewn û xeyalên me yên bi hezaran salan pêk hatin û me li ber çavên xwe dît’
Delal EL-Haşimî anî ziman ku li her tax û bajaran navendên Zimanê Kurdî hene, ji bo ku her kes xwe fêr bike û ev tişt gotin: “Di sala 2015’an de em derbasî dibistanan bûn. Di wê dema ku rejîma Baas xwe vekişand de me beşên 1, 2, 3 derbasî dibistanan kir. Piştre me 4, 5 û 6 jî me derbas kir, heta ku beşên me yên zanîngehê jî bûne Kurdî. Ew xewn û xeyalên me yên bi hezaran salan pêk hat û me li ber çavên xwe dît. Em wekî Saziya Zimanê Kurdî hewl didin ku her kes bi zimanê Kurdî perwerde bibe. Ji ber ku navendên me yên fêrkirina zimanê Kurdî li hemû bajar û taxan hebûn û derî li pêşiya her kesî vekirî bû ku xwe fêr bikin.”

‘Em hewl bidin ku zimanê Kurdî di Destûra Sûriyeyê de bê qebûlkirin’

Delal EL-Haşimî diyar kir ku hewl didin di Destûra Sûriyeyê de zimanê Kurdî bê qebûlkirin û wiha got: “Piştî hilweşîna Rêjîma Baasê û bi hatina rêveberiya demkî re, bi rê û rêbazên gelekî nexweş, zimanê Kurdî qedexe kirin. Di destûrê de zimanê Kurdî tunebû, di Mersûmê madeya 13`an de ku Kurd bi Kurdî fêr bibin, tenê du saetan hat ragihandin. Piştî ev qas ked û salên demdirêj, ji sala 2011`an û 2012`an heta roja îro ked û xebat ji bo zimanê Kurdî tê kirin. Di qonaxa îro de em binhêrin, mîna ku me tiştek nekiriye, jixwe ew jî ne rast e. Ji dema êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, em di wê asta ku ka emê bighêjin kuderê de ne. Em hewl bidin ku di Destûra Sûriyeyê de zimanê Kurdî were qebûlkirin. Hewldanên mezin tê kirin ku Saziya Zimanê Kurdî bi rê û rêbazên nû xwe tevlî rêveberiya demkî bikin. Em wekî Saziya Zimanê Kurdî civîn, kar û xebatên ji bo amadekirina rêziknameya nû dimeşînin. Dema ku were xwestin ji bo guftûgoya bi Şamê re, em hazir bin.”

Ger bixwazî gelek qir bikî, ji zimanê wan despê bike’

Delal EL-Haşimî anî ziman ku rêveberiya demkî rêbazên gelekî nexweş li hemberî gelê Kurd dimeşîne û wiha got: “Em wekî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêwîst e em hewl bidin ku bi rê û rêbazek ku keda ewqas salan e, vala neçe. Em di rêzikname û nîqaşên ku bi Şamê re tê kirin de hewl didin ku li ser vê bingehê em bikaribin zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê bidin rûniştandin. Dema ku tu bixwazî gelekî qir bikî, ji zimanê wan despê bike. Ger zimanê wan hat tunekirin, êdî ew gel bê nasname dimîne.”

‘Dayîkên Kurd hiştin ku zimanê Kurdî heta îro hebe’

Delal EL-Haşimî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rola dayîkan a di parastina zimanê Kurdî de û wiha got: “Dayîk bingeha her malbatekî ye. Di dema Rêjîma Baasê ne ji dayîkên me bûya, wê zimanê me tune bibûya. Gihîştibû astekî ku hinek malbat ji bo ku dema zarokên wan herin dibistanan bikaribin bi Erebî biaxivin, li male jî bi zarokên xwe re bi Erebî diaxivîn. Em wekî dayîk û jin, gelek di nav hewildanan de bûn ku zimanê me nemire. Dayîkên me hiştin ku Zimanê Kurdî heta îro hebe û li ser piyan bimîne. Gelek Dayîkên me nizanîbûn ku bixwînin û binvîsin, lê ew axaftinên wan, ji me re bû dibistanek.”