Dayîkên Şemiyê ji bo Ayten Ozturk hatin ba hev

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1009’an de, faîlên Ayten Ozturk a beriya 32 salan li Dêrsimê ji aliyê JÎTEM ve hatî revandin û qetilkirin pirsîn. Di çalakiyê de diyar kirin bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe ye edaletê bernadin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê hatin bahev.

Parazvanên mafên mirovan jî piştgiriya da çalakiya hefteya 1009’an a Dayîkên Şemiyê. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Ayten Ozturk a ji aliyê JÎTEM’ê ve hatî revandin û piştre hatî qetilkirin pirsîn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê seroka şaxa Stenbol ya ÎHD Gulseren Yolerî ve hate xwendin anî ziman ku têkoşîna wan a heqîqet û edaletê ji ber polîtîkaya necezakirinê bêencam maye.

Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku ji bo Ayşe Ozturk û hemû windakiriyan dest ji lêgerîna edaletê bernadin û got: “Em ê her tim bi bîr bînin ku dewlet neçare di nava normên hiqûqê de tevbigere.”

Pişt re nameya ku dayika Mûrat Yildiz ku di dema 19 salî de di 23’yê sibata 1995’an de di bin çavan de hate windakirin, Hanîfe Yildiz li ser navê kurê xwe ji xwe re nivîsandibû ji aliyê endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn ve hate xwendin.

‘Ev 29 sale li edaletê digerim’

Piştî name hate xwendin, dayika Murat Yildizê bi gotinên: “Edalet qet nayê van deran. Ez 29 sal in li ser rêyan im, li kolana me. Hêj jî li vê qadê li benda te û edaletê me. Lê mixabin edalet nîne!” bertek nîşan da.