‘Pexşan Ezîzî û jinên din ên Kurd, ji ber Kurdbûna xwe rastî cudakariyê tên’

Girtiya siyasî Meryem Yehyiwî da zanîn ku Pexşan Ezîzî û jinên din ên Kurd, ji ber Kurdbûna xwe rastî cudakariyê tên got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo betalkirina cezayê darvekirinê bixebitin.”

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Meryem Yehyiwî der barê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî de, ji girtîgehê peyamek şand.

Meryem Yehyiwî diyar kir ku Pexşan Ezîzî û jinên din ên Kurd ji ber jinbûn û Kurdbûna xwe, li girtîgehan rastî cudakarî û zilmê tên.

Meryem Yehyiwî ragihand ku wê têkoşîna wan a li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û jinên din ên siyasî bidome û got: “Bi vî awayî dixwazin tolê ji rêxistinên civaka sivîl û jinan bistînin lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 8’ê Çileya 2025’an de parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.