Dayika Aştiyê Hediye Duman jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Duman li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediye Duman wê li gundê Keferze yê Mîdyadê were veşartin.
Navenda Nûçeyan – Dayika Aştiyê Hediye Duman li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediye Duman wê 4’ê Çileyê roja Yekşemê li gundê Keferze yê Mîdyadê were veşartin. Piştî veşartina cenaze, wê li Stenbolê taziye bê danîn.
Hediye Duman kî ye?
Hediye Duman sala 1941’an li navçeya Mîdyad a Mêrdînê hate dinê. Jiyana Hediye Duman bi têkoşînê derbas bû. Di salên 1990’î de ji ber zextên dewletê, bi malbata xwe re koçî Stenbolê kir. Li metropolên Tirkiyeyê jî ji têkoşîna welatparêziyê û çanda Kurdî qût nebû, heya kêliya dawî têkoşîna xwe domand.
Sala 1996’an li Stenbolê bû endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û li vir têkoşîna xwe domand. Du kur û keçeke Hediye Duman salên 1990’î tevlî nava refên gerîla bûn. Kurê wê Amed, sala 1996’an li Dersimê jiyana xwe ji des da.